ŞENGAL - Yek ji jina êzîdî ya bi Korîdora Jiyanê ya PKK’ê vekir ji êrîşên DAIŞ'ê rizgar bû, Xenzê Silêman, diyar kir ku êzîdî êdî ne êzîdiyên berê ne û ew gihiştine hêza xwe ya cewherî. Silêman, anî ziman ku ew êdî qet ji Şengalê dernakevin û ji Şengalê veger tune ye."
Komên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî êzîdiyên Şengalê kirin. PDK'ê ku ewlehiya Şengalê digirt Şengal, berda û ji DAIŞ'e reviyan. Piştî ku PDK'ê parastina Şengalê berda, DAIŞ ket Şengalê û dest bi komkujiyê kir. Di ser komkujiya Şengalê re 3 sal derbas bûn. Bi hezaran zarok û jin ji Şengalê derketin û bûn koçber. Bi hezaran jin dîl hatin girtin û hatin kuştin. Di êrîşê de DAIŞ'ê mal û milkên êzîdiyan talan kirin û wêran kirin. Piştî PKK bi hawara Şengalê çû û koorîdora jiyanê vekir bi hezaran Êzîdiyên Şengalê ji kuştinê rizgar bûn. Yek ji wan jinên êzîdî ya bi Korîdora Jiyanê ya PKK'ê vekir rizgar bû Êzidî kadın Xenzê Silêman e. Xenzê Silêman, piştî Şengal azad bû dîsa vegeriya Şengalê û diyar kir ku êdî ew bûne xwedî hêz û cewher û ne pekan e carek din ji Şengalê vegerin.
PIYÊN ZAROKAN TEV XWÎN BÛ
12 PKK’iyan Koridora Jiyanê vekir û êzîdiyên li Şengalê azê man hatin azadkirin. Yek ji Êzidîyên hat rizgarkirin dayika 11 zarokan Xenzê Silêman e. Silêman serpêhatiyên xwe wiha anî ziman: "Havîn bû. Ne av û ne jî xwarin hebû. Me xwe pêxwaz avêt derve. Em bê pêlav ketin rêyan. Ji ber zarok jî pêxwaz derketin piyên zarokan tev xwîn bû. Em bi hezaran reviyan û me xwe spart çiyê. Em tî û birçî bûn. Bîrek avê ya berê li çiyê hatibû kolandin hebû. Me av ji wir peyda kir."
'SERÊ ME JÊKIN JÎ EM NAÇIN'
Silêman, ku dîsa vegeriya Şengalê da zanîn ku êdî serê wan jî je bikin dîsa ji Şengalê venagerin û wina berdewam kir: "Hevalan (gerîllayên HGP û YJA-Starê) heta hatin me çiya berneda. Em 10 rojan li çiyê man. Hin malbat berê hatibûn. Malbatan li vî çiyayî çandinî kiribûn. Baxçeyên fireng, xiyar û îsotan çandibûn. Me çend rojan bi wan îdare kir. Piştî heval hatin em xelas bûn. Em 3 salin li vî çiyayî ne. Serê me çêkin jî em ji vî çiyayî naçin."
'PKK BÛ HÊVIYA ÊZÎDIYAN'
Silêman, anîn ziman ku PKK'ê hatin ew rizgar kirin u PKK ji bo wan bû hêvî û wiha lê zêde kir: "Divê em destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û bêjin. Ger ku PKK nehatiya dê komkujiyek mezin çêbûbaya. Êzidî li heviya hatina PKK'ê bûn. Digotin dê PKK bê dê PKK bê. Dema DAIŞ ket Girzêrikê, Êzidî bi hevî li benda PKK'ê bûn. Gerîllayên PKK dema DAIŞ hat, çend heval bi dizî li van çiyayan bi cih kirin. Çend şervanen PKK'ê dema fermanê ku KDP'ê pişta xwe da me û reviya li dijî DAİŞê şer kir. PKK'ê rêya DAIŞ'ê qut kir û av ji mere anî. Gaz anî, cil anî û xwarin anî. Pêlav anî.
BERPIRSIYARÊ KOMKUJIYÊ PDK YE
Silêman, helwesta PDK'ê jî rexne kir û wiha got: "Berpirsiyarê vê komkujiyê KDP ye. Dema DAIŞ hat, KDP'ê em hiştin û çû. Ger ku parastin kiribûya û berpirsiyariya xwe kiribûya me jî dê şer kiribûya û em nediçûn. KDP beriya fermanê li gundê Êzidiyan geriya û hemû çekên welatiyan ji destê wan kom kir. Ger ku çekê me hebûya me dê li dijî DAIŞ'ê şer kiribûya. Ne KDP'ê şer kir û ne jî hişt em şer bikin. Berpirsiyarê vê komkujiyê PDK ye."
'TALÛKEYA NÛ HAŞDÎ ŞABÎ YE'
Silêman da zanîn ku welatê êzîdiyan hinek jê di bin kontrola Haşdi Şabî yên Iran piştgiriyê dide wan de ye u wiha got: "Wê demê hikûmeta Iraqê hebû. Lê qet teyare ranekirin. Niha Haşdi Şabî li vir e. Ma axa Haşdi Şabiyan li vir heye? Vir axa Êzidîyan e. Niha Haşdi Şabî tîne li hin gundan hêza xwe bi cih dike. PKK, bi sedan jinên êzîdî ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir. Hebûna Haşdî Şabî ji bo me li vir talûke ye.
YÊN ÇÛN PDK Û HAŞDÎ ŞABÎ VENEGERIYAN
Silêman, anî ziman ku êdî gelê Êzîdî û civaka êzîdî hişyar û zane bûye û wiha got: "Piştî fermanê civaka êzîdî xwe bi rêxistin kir. Hêza xwe ya cewherî xurt kir. Êzîdî ne yên bere ne. Hêz bi PDK û Haşdî Şabî jinên êzîdî li Reqqa dîl digirin. Jinên êzidî ji bo rizgarkirinê û tolê diçin li Reqqa şer dikin. Yên ketin destê PDK'ê û Haşdî Şabî dîsa venegeriyan. Em bang li hemû êzîdiyan dikin û dibêjin werin em YBŞ û YJŞ bi hêz bikin. Êdî kes nikare tiştekî bi we bike. Tang û topên Barzanî bi qasî dinyayê ne. Lê qimeta wan tune ye. Çiqas YBŞ bi hêz bibe dê ew qas ferman jî kêm bibin."
Silêman, da zanin ku piştî fermanê keça wê Berîvan berê xwe da çiya û wiha got: "Keça min piştî fermanê berê xwe da çiyê. Lê di êrîşa TSK’ê ya li dijî Qandîlê de jiyana xwe ji dest da. Berivan dît ku çawa zarok û jinên Êzidî tên qetilkirin. Li dijî vê komkujiyê tev li PKK'ê bû. Xwest biçe perwerde bibe û bê Şengalê biparêze. Her dem pirtûkên Serok Apo dixwend."
Selamı Aslan - dihaber