Dema xweseriya êzidiyan e

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salîh Cuma Pîr, bi minasebeta salvegera 3'yê Tebaxa 2014'an ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin, nirxandin kir û diyar kir ku bi êrîşa li dijî êzîdiyan xwestin vîna kurdan û mirovahiyê bişkinin. Pir, diyar kir ku dema xweseriya êzîdiyan e.

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr, têkildarî êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Êzîdiyên Şengalê nivîsand. Nivîskar Pir da zanîn ku bi êrîşa li dijî êzîdiyan xwestin vîna kurdan û mirovahiyê bişkinin û wiha cih da nivîsa xwe yatêkildarî êrîşa li dijî Şengalê:

Êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê kete sala 4’an. DAIŞ’ê ji bo tunekirina gelê êzidî ku mirovahî û kurdîtiyê ji me re mîras hiştiye, kir. Bi qirkirina êzidiyan xwestin vîna kurdan û mirovahiyê bişikînin. Bi qirkirina êzidiyan re jî dê kurdîtî û mirovahiyeke ku vîna wê şikestî û di trawmayê de bimaya. Ji vî alî ve êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê xwedî bîrdoziyek û stratejiyekê bû. Lê komeke biçûk a gerîla êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê şikandibû û pêşî li Fermana 73’yan ku bi tevahî veguhere komkujiyeke mezin girt. Ji ber vê yekê jî êrîş çi qas xwedî bîrdozî û stratejîk be, berxwedana li dijî wê jî ewqas xwedî bîrdozî û stratejîk bû. Di şexsê êzidiyan de hebûna kurdan û jiyana wan a azad hat parastin.

Gelê êzidî berê jî rastî 72 fermanan hat. Di 2007’an de jî fermaneke ku di encamê de bi hezaran êzidî hatibûn qetilkirin, pêk hatibû. Fermana 73’yan a di 3’yê Tebaxê, ji bo êzidiyan bû mîladek. Piştî 3’yê Tebaxê êdî ji bo êzidiyan tu tişt mîna berê nabe. Di jiyana êzidiyan de guhertinên bingehîn êdî ferze. Naxêr dê Fermana 73’yan asayî bibe. Êdî bendewariya ji fermanên nû re dê ji bo êzidiyan bibe qederek. Piştî 3’yê Tebaxê êdî ne mimkun e ku êzidî jiyana xwe, têkiliyên xwe û nêrîna xwe yên berê qebûl bikin. Êdî dem hatiye ku êzidî qedera xwe bigirina destê xwe. Geşedanên li cîhan û Rojhilata Navîn vê derfetê dide gelê êzidî. Bîrdozî û xeta siyasî ya Rêber Apo û hebûna PKK’ê firsendê dide gelê êzidî ku qedera xwe bigirin destê xwe. Di deme ku ku demokrasiya herêmî û xweseriyên demokratîk ewqas pêşde diçin, gelê êzidî jî dikare xweseriya xwe ya demokratîk ava bike û xwe bi xwe bi re ve bibe.

Fermana 3’yê Tebaxê ji bo êzidiyan ji neçariye be jî dema îradebûyîn û jiyana xweser daye destpêkirin. 3 Tebax biqasî ku Fermana 73’yan, her wiha roja destpêka pratîzekirina hişmendiya xweseriya demokratîk e jî. Di dîrokê roj û demên ku xêr ji şer tê derxistin hene. 3’yê Tebaxê jî yek ji van rojan e. 3 Tebax her wiha ji bo êzidiyan bûye şoqek jî. Bi vê şoqê jî gelê êzidî gelek tişt ji nû ferq kirin û bû xwedî hişmendiyekî jî. Her çi qas xemgîniyek ji bo komkujiyê hebe jî, divê hestyarî û hişmendî wek destkeftiyekê bên dîtin. Heke ku em li dijî 73 fermanan jî kînek hebe û neyê jibîrkirin, divê wê demê 3’yê Tebaxê jî bibe serdemeke girîng ji bo jiyaneke azad û xweser. Wê demê dê bersiva herî rast ji şehîdên 3’yê Tebaxê û janên wê bê dayîn.

Divê hemû 3’yê Tebaxê ji bo êzidiyan bibin roja pirsîn û lêpirsînekê. Divê di hemû 3’yê Tebaxê de gelê êzidî pirsa ‘Çima ev ferman pêk hat û ji bo ku careke din pêk neyê divê em çi bikin?’ bikin. Divê her sal 3’yê Tebaxê bibe sedema roja bidestxistina îrade û hişmendiyê.

Divê 3’yê Tebaxê bibe roja li dijî jiyana bêîrade hêrs û evîndariya azadiyê. Heta ku bêîradebûn baş neyê fêmkirin wateya jiyana azad û demokratîk jî dê baş neyê fêmkirin. Bêguman divê li dijî olperestî, mezhebperestiyê û zordariyê pirs hebe. Êzidî divê vê dîroka zilmê qet ji bîr nekin. Vê jî esas bigirin û ji bo bidestxistina jiyana azad û demokratîk bikin enerjî. Lê hêrsa li dijî zaliman tenê ne bes e. Divê êzidî kêmasiyên ku ew anîne vî halî jî baş bibînin. Dost û dijminên xwe baş hilbijêrin. Di pirsyarkirina em çima nebûn îrade, çima pêşiya fermanan nehat girtin de para xwe jî bibînin. Bêguman berpirsyarên esasî olperestên fanatîk in. Zalimiya wan ferman bi fermanê li serê êzidiyan rakirine. Lê êdî dîrok û roja me hatiye guhertin. Êdî êzidî bi hêzên demokrasiyê re, bi hevkariya wan bi pêşxisitan tifaqan dikarin dîrokê biguherînin. Berê gelek hincet hebûn lê ji niha û şunde nikarin bibêjin em ji ber vê sedemê xwe neguhand jiyana xweser. Fersenda îradebûn û jiyana xweser derketiye holê. Niha dema pêkanîna vê ye. Bi taybetî pêşengên êzidiyan, pêşengên baweriyê di afirandina têkoşîna Êzîdxanê de xwe berpirsyar bibînin.
Heke vê fersenda îradesûna siyasî û jiyana demokratîk a xweser nenirxînin dê li hemberî hemû şehîdên di fermanan de sûcdar bin. Ji ber vê yekê jî di serî de pêşeng û şêxên êzidiyan ji bo xweseriya Êzîdxanê bi awayeke aktîf hewl bidin. Êdî ne desthilatdariya Iraqê ne jî ya PDK’ê nayê qebûlkirin. Divê êzidî meclis û jiyana xwe ya xweser ava bikin. Divê parastina xwe ya cewherî pêk bînin. Ev parastina cewherî divê teqez girêdayî meclisa gel be. Têkiliya êzidiya dê bi hemû hêzên siyasî re li ser esasê xweser û demokratîk dibe. Ev têkiliya girêdanê na têkiliya li ser esasê îradeya azad e. Têkiliya ku girêdanê ferz dike divê bê redkirin.

Ya ku dikeve li ser milên kurdan piştgiriya ji bo jiyana azad û xweser a êzidiyan e. Divê li ser êzidiyan û Êzîdxanê ferzkirinek nebe. Ne Iraq ne PDK divê nebêjin ez ê Êzîdxanê bi rêve bibim, girêdayî min be. Têkiliya xweseriyê, têkiliya jiyana hevpar a siyasî ye. Divê êzidî xweserî û parastina xwe ya cewherî li ser vî esasî ava bikin. Bê guman di nava êzidiyan de hemû cudatiyen siyasî, fikr û li ser esasê azadiya birêxistinbûnê dikarin bixebitin. Lê ev xebat divê îrade û xweseriya êzidiyan ji holê raneke.

Em kesên ku di Fermana 3’yê Tebaxê de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin, dibêjin ku em ê jin, zarok û ciwanên ku hatine revandin ji bîr nekin. Em bawer dikin ku Êziîxana Xweser dê pêk bê. Em bang li hemû kurdan û mirovahiyê dikin bila piştgiriyê bidin xweseriya Êzîdxanê.