Dayikên Aştiyê Nobet ziyaret kir: Dengê aştiyê bibhîzin

STENBOL – Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogurtçu ziyaret kir. Dayikan, xwest dengê aştiyê û qerînê bibhizin.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP’ê ku li parka Yogurtçu di 1'ê Tebaxê de dest pê kiribû di roja 3'an de bi ziyaretan didome. Ji bo piştgiriya nobetê tenê destûrê dide 60 kes derbasi parkê bibin. Îro jî Meclîsa Dayikên Aştiyê kom wekîlên di nobetê de ziyaret kir û piştgirî da Nobetê. Wekilan bi tîlîlî û çepikan Dayikên Aştiyê pêşwazî kirin. Di ziyaretê de li ser navê koma dayikan Ezine Dal axivî. Dal, diyar kir ku aştî pir zor û zahmet e û ew qas xweş e û wiha got: "Aştî pir xweş e. Şer pir xerab e. Em naxwazin êdî hêzîrên dayikan birijin. Em aştî û edaletê dixwazin. Ji bo aştî û edalet pêş bikeve em têdikoşin. Em dibêjin êdî dengê dayikan ê ji bo aştiyê bibhizin. Hemû pardî û derdor werin bi destê dayikên aştiyê bigirin û em bi hevre aştiyê biqîrin. Dayikan piştî nobet ziyaret kir ji parkê veqetiyan.