-ENQERE – ÎHD û TÎHV bi boneya Eren Keskîn Hev Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê kiriye di derbarê wê de zêdetirî 140 doz lê hatine vekirin û ceza jê re têne xwestin kampanyaya piştgiriyê da destpêkirin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirova a Tirkiyê (TÎHV), ji bo Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a ku Hev Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê kir û zêdeyî 140 doz lê hatin vekirin û bi girtinê re rû bi rû maye kampanya piştgiriyê dan destpêkirin.
Bi boneya kampanyayê li Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîna çapemeniyê hat li darxistin. Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û destnîşan kir ku Eren Keskîn ji ber dozê lê hatine vekirin bi girtinê re rû bi rû maye.
Turkdogan anî ziman ku dozên li Keskîn hatine vekirin ber bi encamê ve diçin û wiha got: “Ev doz ber bi encamê ve diçin. Bi piranî cezayê edlî yê pereyan encam dibin. Hin ji van cezayan teqez bûne. Dema mirov tevahiya van cezayê pere komî ser hev dike bi sed hezaran pereye tirk dike. Derbarê wê de qedexeya derketina derveyî welat heye û di bin kontrola edlî de ye.”
'EREN KESEKA BI BIRYARDAR E’
Turkdogan bibîr xist ku Keskîn salên dirêje li gel parêzvaniya mafê mirovan di ÎHD’ê de jî peywîr girtiye û got: “Di heman demê de Eren Keskîn parêzvanek mafê jinan a bi biryardare.”
'EM Ê DESTÛR NEDIN BIKEVE GIRTÎGEHÊ’
Turkdogan da zanîn ku ew ê Eren Keskîn bi tenê nehêlin û wiha domand: “Pêwîstî bi desteka hemû parêzvanê mafê mirovan heye. Em ê destûr nedin ku Eren Keskîn bi êrîşên daraza pergala otorîter bikeve girtîgehê. Piştgirî pêwîste û em bang li hemû parêzvanê mafê mirovan dikin ku piştevaniya Eren Keskîn bikin.”
'PÊDIVÎ BI PIŞGIRIYEK MEZIN HEYE’
Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci jî destnîşan kir ku 31 sale Eren Keskîn parêzvana mafê mirovane û wiha lê zêde kir: “Eren miroveka gelek taybet a tevgera mafê mirovane. Miroveka mafê mirovan di xwe de daye qebûlkirin. Keseka ku ji bo her kesî mafê mirovan dixwaze. Ji bo ku hevala me Eren Keskîn nekeve girtîgehê pêwîstî bi piştevaniyek mezin heye.”
'PIŞTEIVANÎ DÊ GIRTINÊ ASTENG BIKE’
Pişt re Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî yê ÎHD’ê Husnu Ondul jî got ku Eren Keskîn keseka li cîhanê tê nasîn û piştevanî dê girtina Eren Keskîn asteng bike.
‘DEMA CIH GIRTINA LI BA EREN KESÎN E’
Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a ÎHD’ê Necla Şengul jî bibîr xist ku Eren Keskîn her tim li cem ermeniyan, rojnamgeran, hevzayendan, mazluman û gelek beşên civakê cih digire û got: “Divê ku em wek jinên ÎHD’ê û hemû parazvanê mafê mirovan îro li cem Eren cih bigirin. Niha dema cih girtina li ba Eren Keskîn e.”