Saziyên elewî û komeleyên herêmê: Divê em nobetê mezin bikin

STENBOL – Saziyên elewî û komeleyên herêmê Nobeta Wijdan û Edaletê ziyaret kirin. Saziyan wiha got: “Divê ku herkes nobeta wijdan û mirovahiyê destek bike. Divê em çalakiyan mezintir bikin.”

Çalakiya HDP’ê ya “Nobeta Wijdan û Edaletê” li Stenbolê berdewam dike. Federasyona Alevî Bektaşî, Komeleyên Çandê yên Pîr Sultan Abdal, Komeleya Hubyar Sultan û Komeleya Çanda Haci Bektaş û komeleyên herêmê nobetê ziyaret kirin û ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay û wekîlên HDP’ê ve hatin pêşwazîkirin.

KEMALBAY: DIVÊ DEWLET BI ELEWIYAN RE RÛ BI RÛ BIBE

Piştî pêşwazîkirinê Hevseroka Giştî Kemalbay axivî û got ku ev piştevanî li dijî tune hesibandina gelan e. Kemalbay da zanîn ku têkoşîna hevpar gelek girînge û xwest dewlet li hember komkujiyê bi ser civaka elewî ve pêk aniye rû bi rû bibe.

'DIVÊ ÇALAKÎ BÊN MEZINKIRIN’

Piştî Kemalbay, Serokê Giştî yê Federasyona Alevî Bektaşî Muhîttîn Yildiz axivî û destnîşan kir ku cihê edalet tune be demokrasî tune ye cihê demokrasî tune be edalet tune ye û cihê her du jî lê tune be dîktatorî heye. Yildiz diyar kir ku kesê wijdan, edalet, maf û hiqûqê dixwaze divê hemû kes piştgiriyê bide nobetê. Yildiz got ku pêwîste kesên rastî neheqiyê tên û bi êrîşan û tunekirinê re rû bi rû maye deng bide nobetê û divê HDP çalakiyên wijdan û edaletê mezin bike.
Di serdanê de gelek nûner û rêveberên saziyan axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo nobeta HDP’ê destnîşan kirin.