Keyayên tirk li Kampa penaberan a AFAD'ê jinan difiroşin

RIHA - Kampa penaberan a Harranê ku keyayên tirk wê bi rê ve dibin, ji bertîl, nelirêtî û zewaca di temenên biçûk de xalî nabe. Penaberekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin got: "Kes ji bo alîkariyê nayê. Ji bo ji me sûriyeyiyan keçan bistînin tên. Kesekî ji Harranê 3 jinên sûriyeyî kirîn. Yekê stend berda, ya dudoyan jî stend û wê jî berda. Paşê ya sisêyan stend."

Li navçeya Harran a Rihayê, kampa penaberan a girêdayî AFAD'ê ku di sala 2013'an de hat avakirin, ji bertîl, nelirêtî û zewaca di temenên biçûk de xalî nabe. Penaberekî ku li vê kampa ku dabeşî 4 taxan hatiye kirin û ji aliyê keyayên tirk ve tê birêvebirin dijî, behsa tiştên ku li kampê diqewimin kir. Penaberê helebî diyar kir ku 4 sal in ku ew li kampê dijî. Penaber, dest nîşan kir ku tu kes bêyî berjewendiyên xwe karekî nake.

MALZEMEYÊN TÊN BI KU VE DIÇIN?

Penaber, diyar kir ku ew ji ber zilma rejîma Esad ji Helebê hatine Tirkiyeyê û wiha axivî: "Em li vir jî bi heman zilmê re rû bi rû man. Belkî heftê 2 kamyon malzeme tên kampa Harranê. Ancax ji sedî 10'ê van malzemeyan li me tê belavkirin. Em nizanin yên mayî diçin kuderê. Mesela nivînên nû hatibûn. Ji dêvla nivînên nû li me belav bikin çûn yên leşkeran ên kevin li me belav kirin. Mehê serê her ferdekî karteke 100 lîreyî tê dayîn. Di nav kampê de 3 market hene. Em mecbûr in ku ji van marketan danûstendinê bikin. Li marketê her tişt 3-4 qat zêdeyî buhayê xwe tên firotin. Yanî bi 100 lîreyî ancax li gor 25 lîreyî mal didin."

KEYAYÊN TIRK KAMPÊ BI RÊ VE DIBIN

Penaber, diyar kir ku eşyayên tên jî bi beramberiya bertîlan didin wan û wiha domand: "Ji ber malbata xizmekî min qelebalix bû, konteyner ji wan re biçûk dihat. Ji mudur doza konteynereke vala kir. Mudur nedayê. Hinek zêrên diya wî û hevjîna wî hebûn. Wan zêran firot û nêzî 8 hezar TL pere da keya û konteynerê wergirt. Kamp dabeşî 4 taxan hatiye kirin û her perçeyek wê ji aliyê keyayekî tirk ve tê birêvebirin. Gelek kesên nas dikim jî bi beramberiya bertîlê eşyayan dikirin. Keya jî bertîla distîne li yên bi ser xwe re parve dike."

NE KAMP, LÊ TU DIBÊ QEY TÎCARETXANE YE

Penaber, diyar kir ku kamp veguheriye tîcaretxaneyê û wiha axivî: "Her tiştî bi pereyan dikin. Bêyî pereyan tu tiştî nakin. Alîkarî ji bo me sûriyeyan tê. Lê belê nadin me. Em çi bixwazin pereyan ji me dixwazin. Dema em hejmara nasnameya xwe diguherînin pereyan dixwazin, dema em nasnameyê derdixînin pereyan dixwazin. Mînak, heke kesek 15 rojan li derve mabe, dema bixwaze vegere gere pereyan bide."

‘KEÇIKAN DIFIROŞIN'

Penaber wiha domand: "Ne ji bo ku em nemirin, ji bo şeref û namûsa xwe me berê xwe da Tirkiyeyê. Malbat ji Sûriyeyê hatiye, pere tune lê deyn heye. Kesên vê bêçaretiyê dibînin bi 10-15 hezaran ji malbatan zarokên wan ên keç distînin. Bi piranî jî herranî tên keçikan dikirin. Zilamên 50 salî tên keçên 15-16-17 salî dikirin. Gelek ji wan wek hevsera duyemîn dikirin. Ev li zora me diçe. Ez bi çavê xwe bûm şahidê vê yekê; keça 16 salî dan zilamê herranî yê 53 salî. Kesekî ku ji peywirdarê ewlehiyê yê kampê ye wek hevjîna duyem keçek kirî. Kes ji bo alîkariyê nayê. Ji bo ji me sûriyeyiyan keçan bistînin tên. Kesekî ji Harranê 3 jinên sûriyeyî kirî. Yekê stend berda, ya dudoyan jî stend û wê jî berda. Paşê ya sisêyan stend."