STENBOL - Nesrîn Aslan a keça wê Şûle Îdîl Dere li Parka Yogûrtçûyê 100 metre dûrî cihê Nobeta Wijdan û Edaletê hat kuştin, serdana nobeta HDP'ê kir. Aslan wiha got: "Li Tirkiyeyê edalet wek edaleta me û ya we hatiye dabeşkirin. Li vî welatî her diçe bêedaletî zêdetir dibe."
Xwendekara Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê Şûle Îdîl Dere (23) di 12'ê Gulana 2016'an de li li Parka Yogûrtçû ku HDP Nobeta Wijdan û Edaletê lê digire di bin kamyona harfiyatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de mabû û jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Şûleyê Nesrîn Aslan li cihê ku keça wê jiyana xwe ji dest da, serdana Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê kir. Cihê ku nobet lê tê girtin tenê 100 metre dûrî cihê ku Îdîl Dere lê jiyana xwe ji dest dabû. Dayik Aslan, balê kişand ser derhuqûqiyên ku di doza keça wê de xwe dane der û wiha got: "Heta dawiyê ez piştevaniya nobetê dikim."
Aslan, diyar kir ku 30 sal in ew li Kadikoyê dijî û ev park malovaniya gelek çalakiyên dîrokî kiriye. Aslan wiha axivî: "Li vê parkê min gelek çalakiyên baş û nebaş dîtin. Lê nayê bîra min bi qasî ya niha min şerm kiribe. Li vir wekîlên gel çalakiyekê li dar dixin. Ji bo têkevim parkê di gelek lêgerîn û korîdoran re derbas bûm. Wek atmosfera kampa temerkuzê be. Tişta ewqas talûke çî ye? Gelek qewimînên talûke çêbûn, çima di wan de ewqas tevdîr nedihatin girtin? Em çawa ketin vê rewşê?"
'ÊDÎ EDALET WEK EDALETA ME Û WE HATIYE DABEŞKIRIN'
Aslan, dest nîşan kir ku keça wê Dere li Parka Yogûrtçûyê mezin bûye û wiha got: "Keça min li vê parkê mezin bû û li vê parkê jiyana xwe ji dest da. Dema dixwazin bi awayekî zêde tevdîr digirin. Heke wê rojê bariyerek danîbûnan vir, heke li vir lewheyeke ku li ser li vir xebat heye nivîsandî bi cih bikiranan belkî niha keça min saxbûna." Aslan, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê edalet nemaye û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê edalet wek edaleta me û ya we hatiye dabeşkirin. Li vî welatî her diçe bêedaletî zêdetir dibe."
‘EDALETÊ DIXWAZIM'
Aslan, dest nîşan kir ku ew piştevaniya nobeta HDP'ê dike û wiha axivî: "Zaf bihêrs im. Edaletê dixwazim. Dixwazim hesab ji berpirsiyaran bê prisîn. Ez zaf piştevaniya çalakiyên wisa dikim. Min di Meşa Edaletê ya CHP'ê de jî cih girt. Di vê nobetê de jî. Û ez piştevaniya herduyan jî dikim."