STENBOL – Li Stenbolê Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê di roja çeremîn de dewam dike. Wekîlan heta serê sibê nobet girt. Alîgirên Sol Açik jî nobeta ewlehiya HDP’iyan girtin.
Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ku li Stenbolê berdewam dike ket roja çeremîn. Wekîl û rêveberên HDP’ê heta saetên dereng ên şeve li ser mijarên rojane û polîtîk nîqaşan dan meşandin. Bi tîrêjên rojê çalakvan ji xew şiyar bûn û paqijiya derdorê û werzîş kirin. Alîgirên koma Sol Açik ên tîma Fenerbahçe li dijî muhtemela êrîşên nijadperest heta serê sibê ewlehiya çalakvanan girtin.
HEMÛ RÊXISTINÊN STENBOLÊ DIXEBITIN
Di çalakiyê de hemû rêxistinên Stenbolê piştgiriyê didin nobetê û tev li xebatan dibin. Hemû organîzasyona çalakiyê jî Rêxistina HDP’ê ya Kadikoyê pêk tîne.
Komelên Herêma Çewlikê çalakvanan ziyaret bikin pişt re jî dê saet di 11.00’an de çalakvan dê têkildarî mijarên rojane daxuyaniyê bidin. Tê payîn ku Hişyar Ozsoy daxuyaniyê bide.
Tevahiya rojê de partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl dê nobetê ziyaret bikin.