Bi molotofan êrîşî nûnertiya HDP'ê kirin

HATAY - Nûnertiya HDP'ê ya Îskenderûnê bi molotof şewitandin.

Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îskenderuna Hatayê rastî êrîşa bi molotof hat. Di êrîşê de avahî hat halê nayê bikaranîn. Têkildarî êrîşê rêxistina HDP'ê ya Îskenderunê daxuyaniyek da.

Hevserokê rêxistina HDP'ê Ahmet Çahan diyar kir ku cara sêyemîne avahiya wan rastî êrîşê û ew bi fikarin ku berpirsyar bên ronîkirin û cezakirin.