REQQA – Şervanên QSD’ê ku ji bo rizgarkirina Reqqayê di bin navê “Cenga Mezin” de operasyon dabûn destpêkirin du meh li pey xwe hişt. Heta niha nîvê paytexta DAIŞ’ê Reqqa xistine bin kontrole. Her ku diçe operasyon dikeve qonaxek girîng û DAIŞ jî tengav dibe. Her çiqas ku DAIŞ bi wesayîtên bombebarkirî êrîşan pêk tîne jî lê encam nagire û çeteyên DAIŞ’ê roj bi roj têk diçin.
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ji bo rizgkarkirina Reqqayê operasyona “Cenga Mezin” dabû destpêkirin û pêngava rizgarkirinê 2 meh li pey xwe hişt. Şervanên QSD'ê ji çar milan ve bi pêş ve diçe û bajêr ji DAIŞ’ê paqij dike. Şervanan nîvê bajêr xistine bin kontrola xwe û heta niha 9 taxên bajêr ji DAIŞ’ê rizgar kirine. Nokteyên stratejîk ên di destên DAIŞ’ê de yek bi yek dikevin. Her ku diçe operasyon dikeve qonaxek girîng û li taxên Rewda, Reqqa Berê, Hişam Ebdulmelîk, Nezlit Şehadê û El Berîd pevçûn dewam dikin. Bi rizgarkrina van taxan re tê payîn ku hêza êrîşên DAIŞ’ê ya mezin bê şikandin.
LI HEMANANE ENIYA ROJHILAT Û ROJAVA BIGÎHÎJE HEV
Li eniyên rojhilat û rojava hêzên ku operasyonê didin meşandin nêzî kîlometreyekê ma ku bigîhijîn hev. Şervan li eniya bakûr jî ketin nav liv û tevgerê û dest bi operasyona rizgarkirinê kirin. Li hemanene ku taxa Nezlit Şehadê ya li başûr rojavayê bajêr û taxa Hişam Ebdulmelîk a li eniya başûr rojhilatê bajêr bigihîjin hev. Tê payîn ku bi vê yekê re dê bajêr baş bikeve bin kontrola şervanan û dê operasyon bikeve qonaxek din. QSD li taxa Hişam Ebdulmelîk m Faqûlteya Endezyariyê û termînala bajêr a herî mezin xist bin kontrole û dest bi operasyona paqijiyê kirin. Şervan li taxa Nezlit Şehadê mayinên di bin erdê de hatine bicihkirin paqij dikin û ji bo sivîlan korîdorên ewlehiyê vedikin. Li her du taxan ji sedî 90 konrol di destê şervanên QSD’ê de ye.
ENIYA ROJAVA TÊ ŞIKANDIN
Li eniya rojava taxên Rewda, El-Diriyê û El Berîd pevçûnên dijwar rû didin û hindik maye ku ku duriyana Îxdar bikeve deste QSD’ê. Li vê heremê şervan gav bi gav bi pêş ve diçin û tê gotin kul i eniya Rojava di astek bilind de DAIŞ hatiye şikestin.
REQQAYA KEVN DIGÎHÎJE AZADIYA XWE
Li taxa Reqqaya Kevn û derdora wê ya li eniya rojhilat şerek mezin pêk tê. Operasyona rizgarkirina mizgefta El Etîq jî didome. Şervan hedef dikin ku mizgeftê ji du milan ve rizgar bikin û ji rizgarkirina wê re kêliyên hindik mane. Keleha Harûn Reşîd a ji aliyê şervanan ve hatibû rizgarkirin carek din digîhîje dîroka xwe ya bi heybet. Keleh ji serdema Abbasiyan ve hatiye avakirin û li kêleka sûrên dîrokê ye.
'REQQA KET DÊ BIKEVE’
Operasyon her roja ku diçe dikeve qonaxek girîng û çeteyên DAIŞ’ê jî têk diçin. Çeteyên têk diçin bi wesayîtên bombebarkirî êrîşan pêk tînin. DAIŞ div ê rêbaza xwe de jî biser nakeve û her kêlî DAIŞ ber bi têkçûnê ve diçe. Tê diyarkirin ku ji bo azadkirina Reqqayê demek kin maye. Li çar aliyê bajêr ji bo rizgarkirina sivîlan korîdorên nû tên vekirin. Di nav şervanên QSD’ê de jî dengê “Reqqa ket dê bikeve” bilind dibe.
Nazim Daştan - dihaber