Girtiyên Bayburtê rastî tacîzê tên

BAYBURT - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, di lêgerîna odeyan a leşker û gardiyanan de rastî tacîza fîzîkî û devkî hatin.

Li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, girtiyan binpêkirin û tundiya li dijî wan pêş dikeve bi riya malpatên xwe anîn ziman. Dayika bi navê H.Ç., diyar kir ku bi telefonê bi keça xwe re axîye û zextên li girtîgehê vegot. H.Ç. anî ziman ku keça wê bi telefonê jêre gotiye: "Her şev saet di 23.00'an de leşkerên fermî û sivîl tevî gardiyan û midûrê girtîgehê bi ser odeyên me de digirin. Hemû alavên me belav dikin. Heta serê sibê lêgerînê dikin. Gardiyan û leşker tacîza devkî û fîzîkî dikin." H.Ç. anî ziman ku ew ji rewşa keça xwe bi fikar e û xwest her kes dengê keça wê bibhîzin.