Girtiyan piştgirî da kampanya Sûrê

AMED – Girtiyên Girtîgeha Tipa T a Wanê piştgirî dan kampanya îmzeyan a ji bo Sûrê hatiye destpekirin. 224 girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Wanê, bi nameyên ku îmze avêtine bin piştgiriya xwe ya Sûrê anîn ziman. Girtiyan li diji xerakirina Sûrê banga hestiyariyê kirin.

Navçeya Sûrê di bin navê "Veguhestina Bajarvaniyê" tê xerakirin. Li aliyeki şêniyên Sûrê dijberî xerakirina Sûrê li mal û kolanên xwe di ber xwe didin. Piştî gelê Surê di ber xwe da, Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na di 17'ê Tîrmehê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Piştî kampanya îmzeyan hat despêkirin gelek beşên civakê piştgirî dan kampanyayê. Hunermend, siyasetmedar, ekolojîst û gelek beşên civakê bi riya vîdeoyên kurd li ser medya civakî piştgirî dan kampanyayê û piştgiriya xwe parve kirin. Niha jî Girtiyên Girtîgeha Tipa T a Wanê piştgiriya xwe anîn ziman.

Girtiyên Girtîgeha Tipa T a Wanê piştgirî dan kampanya îmzeyan a ji bo Sûrê hatiye destpekirin. 224 girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Wanê, bi nameyên ku îmze avêtine bin piştgiriya xwe ya Sûrê anîn ziman. Girtiyan li diji xerakirina Sûrê banga hestiyariyê kirin.
Girtiyan di nameyê de diyar kirin ku Sûrên Amedê yên ku çand û dîroka pevpar a gelan u mirovahiyê îro tê xerakirin û tune dibe. Girtiyan anîn ziman ku ew bawer nakin ku kampanya îmzeyan encam bistînke, lê dê dîsa erka xwe bînin cih û wiha got: "Em kesên ku nav û şaneya li binî em piştgiriyê didin kampanya îmzeyan a Sûrê. Em bang li her kesî dikin ku gelê Sûrê bi tenê nehêlin û piştevaniya gelê Sûrê bikin."

Eleqeya kampanya îmzeyan a li ser medya civakî jî her diçe rastî eleqeyek mezin tê. Heta niha zedeyî 10 hezar kesan îmze avêt kampanyayê.

Îmze dê ji Serokwezîr û Wezîr re bên şandin.