Girtiyên nexweş naşînin nexweşxaneyan

RÎZE - Girtiyên nexweş yên li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere wan sewqî nexweşxaneyan nakin. Îdariya girtîgehê bi hinceta OHAL'ê sewqa wan asteng dike.

Girtiyê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê dimîne Ali Guler, di ziyareta bi malbata xwe re der barê tenduristiya nexweşan de agahî dan. Guler, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta OHAL’ê girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan nake û wiha got: "Hemû mafên me yên civakî û siyasî ji destê me hatine girtin. Têkiliya me û girtiyên din ji hev qut bûne. Li girtîgehê gelek girtiyên nexweş hene. Lê girtiyên nexweş naşînin nexweşxaneyê. Sewqa wan a nexweşxaneyan nayên kirin. Bi hinceta cendirme tune û kar zêde ye girtiyan naşînin nexweşxaneyan. Guler, da zanîn ku dema ji bo biçin nexweşxaneyan jî daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re dişînin daxwazên wan li ber çavan nayên girtin û qebûl nakin.