MÊRDÎN - Qayumê logoya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê guhert. Logoya ku berê bi kurdî, suryanî, erebî û tirkî hatibû nivîsandin, guhertin û tenê kirin tirkî. Dîsa sembola ku hemû olan diparêze guhertin û tenê kirin mizgeft.
Piştî ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di 2014’an de qezençkir, di 10’ê kanuna 2014’an de logoya ku temsîla gel û baweriyên cuda wek logoya şaredariyê hilbijart.
Piştî di 27’ê cotmeha 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, Qeyûmê logoya şaredariyê guhert. Qeyûmê bi hinceta “Gel ji logoyê ne razî ye, logo Mêrdînê temsîl nake." logo guhert û der barê logoya nû de tu daxuyanî neda.
Şaredariya DBP'ê li ser daxwaza gel Logoya bi kurdî, suryanî, eremî û tirkî danîbû. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin, logo kir yek ziman.