DÊRSIM – 2 cenazeyê endamên HPG’ê yên ku li Dêrsimê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan ji bo otopsiyê şandin Meletiyê.
Li çoltera gundê Dolukup ê bi ser Dêrsimê ve ji aliyê balefira bê mirov a bi çek ve hat bombekirin. Di bombebaranê de endamê HPG’ê Okan Ugurlu û endamek HPG’ê navê wî nehat aşkerekirin jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên HPG’iyan ji bo otopsiyê şandin Meletiyê.
Li aliyê din li nêzî cihê pevçûnê şêniyên gundê Dolukup yên sewalkariyê dikirin Huseyîn Guray û kurê wî Cîhan Guray û Ergun Tugal ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji bilî her sê welatiyan tu kes li gund najî û sewalên wan di axuran de asê mane.