Ewil bi dar û copan lê da û piştre avêt odeya bi sînger

WAN - Girtiyê Girtîgeha tîpa F a Wanê Adem Ketir ji ber zext ê pêkutiyên girtîgehê bi caman xwe birîndar kir. Ketir, rakirin nexweşxaneyê û piştre anîn girtigehê. Ketir, ewil rastî lêdana cop û daran hatin û piştre ew avêtin odeya bi singer.

Girtiyê Girtîgeha Tîpa T a Wanê Adem Ketîr, ji ber zextên li girtîgehê zêde dibe bi camê xwe birîndar kir. Malbata Ketir a ji Mûşê hat Wanê, der barê bûyerê de agahî dan. Adem Ketir, ku 2 salin girtî ye, ji ber ku rayedarên girtîgehê derman neda wî bi rayedarên girtîgehê re niqaş kir û piştre bi camê xwe birîndar kir. Ketir, piştre rakirin nexweşxaneyê û dîsa anîn girtîgehê. Ketîr ji Girtîgeha Tîpa T birin Girtîgeha Ewlehiya wê bilind. Ketir, li girtîgeha Ewlehiya Wê bilind rastî lêdana cop û daran a gardiyanan hat.

Birayê Adem Ketîr Kenan Ketir, diyar kir ku li gel rayedarên girtîgehê derûniya birayê wî dizanin jî zext li ser wî zêde kirine û xwe birîn kiriye. Niha birayê min avêtine odeya bi sîner. Lê birayê min nikare li wir bisekine. Rasti ledanê hatiye. Got dema ew anîn Girtîgeha Ewlehiya Wê bilind rastî lêdana bi dar û copan hat. Piştre ew avêtin odeya bi sînger. Ketir xwest der barê wê de gavbên avêtin.