Selim Sadak hat berdan

STENBOL - Şaredarê Sêrtê yê berê Selim Sadk ku li Stenbolê hat binçavkirin, bi şertê qedexekirina derketina derveyî welat hat berdan.

Şaredarê Şaredariya Sêrtê yê berê Selim Sadak, îro li semta Florya ya navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê hatibû binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de der barê Sadak de biryara girtinê hatibû dayîn û ji ber vê Sadak nirin Edliyeya Bakirkoyê. Paşê Sadak sewqî 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat kirin. Li vir Sadak bi riya SEGBÎS'ê îfade da Serdozgerê Komarê yê Sêrtê. Piştî îfadeya dozgeriyê bi şertê venêrîna edlî û qedexekirina derveyî welat sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hat kirin. Sadak bi şertê qedexekirina derveyî welat hat berdan.