Polîsan bi ser mal û avahiyên HDP'ê de girt: 129 kes binçav kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li Stenbol, Edene, Îzmir, Manîsa, Mêrsîn, Enqere û Rihayê bi ser mal û avahiyên HDP'ê de girtin. Polisan di serdegirtina navnîşanan de li Stenbolê 20, li Edeneyê 25, li Manîsayê 5, li Enqereyê 17, li Mêrsînê 51, li Rihayê 1, li Îzmîrê 10 endam û rêveberên HDP'ê bi giştî 129 kes binçav kirin.

Polîsan li Stenbol, Edene û Manisayê bi ser avahî û malên endam û rêveberên HDP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina navnîşanên cuda de hevserokên HDP'ê yên bajar û navçeyan jî di navde bi giştî 50 kes binçav kirin.

STENBOL

Polisên TEM'ê li Stenbolê bi ser avahiya HDP'ê ya Stenbolê û gelek navnîşanên cuda de girt Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Aysel Guzel jî di navde 20 kes binçav kirin. 20 kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Stenbolê.

EDENE

Polîsên TEM'ê li Edeneyê jî bi ser malên rêveber û avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan de girt. Polîsan di serdegirtinên navnîşanên cuda de Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyin Beyaz û Gulseren Tural, rêveberên HDP'ê Suzan Kiliç, Kamuran Sagat, Osman Sert endamên HDP'ê Sadrettin Argin, Ali Yurtsever, Sabri Duman, Enver Taşkın û Endama Platforma Jinê ya Edeneyê Derya Çiçek Naz Serokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. . Tugay Bek jî di navde 25 kes binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Polîsan di 5'ê mijdarê de Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyin Beyaz jî di navde 9 kes binçav kiribûn û hespa malê dabûn wan.

MANÎSA

Polisan li Manîsayê jî bi ser avahiya HDP'ê û malên HDP'iyan de girt. Polîsan di serdegirtina navnîşanan de Hevserokê HDP'ê yê Manîsayê Ahmet Ertaş rêveberên HDP'ê Abdulkadir Moruk, Aydın Oruç û kesên bi navê M.B û A.D jî di navde 5 kes binçav kirin.

ÎZMÎR

Polisan li Îzmîrê jî endam û rêveberên HDP'ê di navde 10 kes binçav kirin. Polîsan 10 kesên li navçeyên Bayraklı, Buca, Menemen û Konakê binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmirê.

ENQERE

Polîsên girêdayî TEM'ê jî bi ser gelek malên rêveberên HDP'ê û avahiya HDP’ê de girt. Polisan di serdegirtina navnîşanan de Hevserokê HDP'e yê Enqereyê Îbrahim Binici, Hevserokê HDP'ê yê Mamakê ji di navde 17 kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de rojnameger Kenan Kirkaya jî binçav kirin.

RIHA

Polîsan li Riha jî bi ser gelek navnîşanan de girtin û Hevseroka DBP'ê ya Hîlwanê Yusuf Kebeci binçav kirin.

MERSİN

Polîsan li Mêrsînê jî bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP'ê de girt û 51 kes binçav kirin.