Hiqûqnas: Kesên casûs bi agahiyên destê xwe nûçe çênakin

MÊRSÎN - Hiqûqnasan têkildarî girtina nûçegîhanê me dîhaberê Erdogan Alayumat ku bi idîaya "casusiye" û "Sirê dewletê aşkere kirine" hat girtin, diyar kirin ku ev dijî hiqûq, aqil û edaletê ye. Parêzeran anîn ziman ku kesê casûsiya leşkerî bike agahiyên destê xwe parve nake.

Nûçegihanê me dîhaberê Erdogan Alayumat ku li Îslahiyeyê hatibû binçavkirin, ji ber nûçeyên ku çêkirine bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Sirên dewletê daxuyandine" piştî 15 rojan di bin çavan de ma, di 27'ê Tîrmehê de hat girtin. Dadgehê bi îdîaya Alayumat bi nûçeyên xwe 'sirên dewletê' aşkere kirine der barê Erdogan de biryara girtinê da. Nûçeyên Erdogan Alayumat ên bi ser navê "Jina penaber a wek hewiyê hat firotin: Ji li Sûriyeyê li bazara koleyan, li Tirkiyeyê li kampan tên firotin", "Li sînorê Hatay, Efrîn û Dîlokê amadekariyên êrîşa li hemberî Efrînê hatin lezandin", "Çeteyên Fuhûşê li AFAD'ê kamp ava kirin!" , " Ji Qaterê ber bi Cerablûsê çi tên veguhastin?", "Bi TIR'ên qaseyên wan mohrkirî ber bi Cerablûsê çi tên veguhastin?", "Li sînorê Kilîs û Qarqamişê wesayîtên bê plake cirîdan davêjin" û "Vîlayên li ser sînor êvarî bêdeng in, bi şev biçek in!" di dihaberê de hatin weşandibûn.

Hiqûqnasên li Mêrsînê girtina Erdogan rexne kirin û diyar kirin ku girtina Erdogan li dijî hiqûq û edaletê ye. Parêzeran diyar kir ku nûçeyên Erdogan ên hatine weşandin tev nûçeyên rojnamegeriyê û xebatên rojnamegeriyê ne.

‘EV SÛCDARÎ ASTENGIYÊN LI PÊŞ ROJNAMEGERIYÊ NE'

Prz. Ali Bozan, diyar kir ku rojnamegerek bi casûsiyê bê tawanbarkirin li dijî hiqûq û zagonan e û wiha got: "Bi awayeki şênber tiştekî ku Erodogan bide girtin tune ye. Alayumat ne fîzîkî ne jî fîlî xebatên "casusiyê" nekiriye. Girtin û îdîa tevahî li diji hiqûqê ne. Tiştên ku di çantayê Alayumat de derketine lênûska rojnamegeriyê, telefon, wênekêş û kompîtûr e. Kamera û Bîlgisayar bi rojan tê lêkolînkirin. Hemû amûrên di çante de derketine tev daneyên rojnamegeriyê ne. Nûçeyên ku Alayumat weşandine wekî sûcê hatiye kirin weşandiye û bi raya gişti re parve kiriye. Casûsiya ku li Alayumat tê barkirin ne fîzîkî û ne jî fîlî pêkan e. Kesê vî karî bike van agahiyan di ajansa xwedeparve nake. Alayumat bi dîmen û wêne ev agahî parve kirine û di ajansa xwe de weşandine. Bi vê yekê dixwazin rê li pêş karên Rojnamegeriyê bigirin."

'BI VÎ HALÎ ROJNAMEGERÎ NAYÊ KIRIN'

Bozan, destnîşan kir ku di lêpirsînê de li şûna ku pirsên di çarçoveya rojnamegeriyê de ji Alayumat bên pirsîn, wekî li hemberî wan "casus" hebe lêpirsîn dikin û wiha got: "Alayumat di dîmenên xwe de qadaı leşkerî, karkerên zeviyê û qadên tê îdîakirin aydî Rêxistina DAIŞ'ê kişandiye. Ev wekî sûc tê nîşandan. Tiştê ku Alayumat kiriye tev xebatên rojnamegeriyê ne. Karê rojnamegerekî agahiyê di destê xwe de parve bike. Ji ber vê yekê divê qet rojnamegerek bi van tiştan neyê tawanbarkirin. Ger ku rojnamegerek agahiyan bi rayagiştî re parve bike ev ji leşkerî û casûsiya siyasî derdikeve. Divê li Tirkiye rojnamegerî neyê qedexekirin. Bi vî halî nes nikare li Tirkiye rojnamegeriyê bike. Ger ku azadiya rojnamegerekî ji destê wî bê girtin, azadiya civakê ya bibe xwedî agahî jî ji destê wê tê girtin. Her kes xwedî maf e bizanibe li ser sînorê Sûriye çi dibe. Lê ger ku rojnamegeran bigirin ev mafê civakê yê bizanibe li ser sînor çi dibe ji destê wan tê girtin."

Prz. Ozgur Çaglar jî anî ziman ku piştî OHAL'ê hemû civak xistine bin zextan û wiha got: "Bi zêdekirina zextan re rojnamegerên muxalif jî di bin zextan dene. Li Midûriyeta Polisan pirsên li dervê mijarê hatine pirsîn. Pirsa 'Te çima ev wêne kişandine. Armanca we çiye? pirsîne. Ev li dijî aqil û hiqûqê ye. Bi girtina Alayulat dixwaze peyamekê bide hemû rojnamegeran û rojnamegerên rastiyan dinivise çavtirsandi bike. Alayumat bi nûçeyên li ser Sînorê Sûriye çê kiriye tê nasîn. Alayumat rojnamegerê ku bazirganiya çekan a li ser sînor aşkere kiriye ye."

Çaglar, anî ziman ku casûsî di nava şer de tê kirin. Ya din agahiyên casûsiyê nayê parvekirin. Ger ku agahiyên casûsiyê bê parvekirin ew nabe casûsî. Ger ku welatek rojnamegerê xwe bigire, tê wateya ku wî rojnamegerî dijminê xwe dibîne."