Li Tîpa T a Kocaeliyê: Di odeya 8 kesî de 21 kes dimînin

ENQERE – Şukru Akbaş ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Kocaeliyê girtiye binpêkirinên mafan yek bi yek rêz kir û ragihand ku di koxuşên 8 kesî de 21 kes dimînin û gelek girtî jî li erdê radikevin.

Şukru Akbaş ê ku li Girtîgeha Hejmara 2’emîn a Tîpa T a Kocaeliyê dimîne bi nameyekê binpêkirina piştî îlankirina OHAL’ê ragihand.

DI ODEYÊN 8 KESÎ DE 21 KES DIMÎNIN

Akbaş di nameya xwe de cih dide van agahiyan: “Li vê girtîgehê kapasîte 800-900 kes e. Nihal i girîgehê hezar 800 kes tên girtin. Di koxuşên 8 kesî de 21 kes dimînin û nîvê vê hejmarê jî li erde radikevin. Li gel germa zêde şert û mercên paqijiyê holê hatine rakirin. Nexweşînên gelek hevalên me yên ku bi salane girtî ne hene. Ji bo diranan di mehê de rojek diyar kirin û ji bilî 3 kesan nabin. Pirsgirêkên nexweşînan gelek zêde ne. Dermankirina gelek hevalên nexweş nayê kirin.”

'OHAL’Ê DIKIN HINCET’

Akbaş diyar kir ku ew muhatabê çareseriya pirsgirêkan nabînin û got: “Ji bo çareseriyê dema em diçin hevdîtinê jî me çend deqîqe li ser piyan wek amadeyî digirin. Dixwazin em pirsgirêkên xwe bi amadebûyî de bînin ziman. Her çiqas pirsgirêkên bên zanîn jî OHAL’ê hincet nîşan didin û çareser nakin.”

‘EZIYET, MÊTINGERÎ Û RANT’

Akbaş bal kişand ser bi dehan binpêkirina mafan û got ku her çiqas malbatên girtiyan ji bo hevdîtinê piştî rêwîtiya zor û zehmet digîhîjin girtîgehê jî lê dem tê kurtkirin û 20-30 deqîqe destûr didin. Akbaş anî ziman ku li girtî û malbatan eziyet tê kirin. Akbaş destnîşan kir ku hemû aktîvîteyên civakî û werzîşê tên astengkirin û kantînê jî kirine wek mêtingerî û rantê.