Serokê Giştî yê ŞPO Sarialtun: Ji bo Sûrê em dê her tiştî bikin

ENQERE – Serokê Gişti yê Odeya Plansaziya Bajar (ŞPO) Orhan Sarialtun, ku ji bo rewşa Sûrê lêkolîn bikin û piştgiriyê bidin kampanya parastina Sûrê hatin Sûrê diyar kir ku welatiyên Sûrê neçarî sirgûnê dikin û wiha got: "Ji bo Sûr neyê rûxandin û bê parastin çi ji destê me bê em dê bikin."

Navçeya Sûrê ku ji aliyê UNESCO ve di “Lîsteya Mîrateyên Dîrokî yên Cîhanê" de cih girt, nêzî 2 salin kolan û tax hatine qedexekirin û taxên dîrokî ji aliyê hikûmetê ve tê xerakirin. Piştî Lîjneya Wezîran di Adara 2016'an de biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" girt dest bi xerakirina mal û kolanan kirin. Her çend şêniyên Sûrê li dijî xerakirinê bertekên xwe tînin ziman jî av û ceyrana welatiyan ji ser wan qut dikin û taxan xera dikikn. Xerakirina hêzên dewletê ya li taxa Alipaşa û Lalebey ên Sûrê didomin.

Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na li dijî xerakirina Sûrê kampanya îmzeyan da destpêkirin û ji bo parastina Sûrê banga piştgiriyê kir. Li ser vê yekê Heyeta ku ji endezyar û mîmarên Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) pêk dihat hatin li Sûrê lêkolîn û çavdêrî kirin. Serokê Gişti yê Odeya Plansaziya Bajar (ŞPO) Orhan Sarialtun, ku ji bo rewşa Sûrê lêkolîn bikin û piştgiriyê bidin kampanya parastina Sûrê hatin Sûrê diyar kir ku welatiyên Sûrê neçarî sirgûnê dikin û wiha got: "Ji bo Sûr neyê rûxandin û bê parastin çi ji destê me bê em dê bikin."

'BI 40 HEZARÎ JI WAN DISTÎNIN BI 400 HEZARÎ DIDIN WAN

Sarialtun, anî ziman ku bi van geşedanan mirovan neçarî sirgûn û koçberiyê dikin û wiha got: "Em çûn li Sûrê geriyan û me bi welatiyên ku naxwazin malên xwe u taxa xwe terk bikin re hevditin kir. Me dît ku ev rêbaz di mirovan de hilweşîn û şikestinek nû ava dike. Hem xaniyên wan xera dikin û hem jî heqeki erzan didin şûna mala wan. Welatiyan bi zorê ji Sûrê derdixin. Li şûna malên wan 25-40 hezar TL pere dirêjî wan dikin. Ji bo welatiyên bi zorê ji cih û warên xwe derdixin jî avahiyên TOKÎ Yên bi400 hezar TL didin wan.

ZILMA FERMÎ DIKIN

Sarialtun, destnîşan kir ku kesên ku naxwazin ji mal û taxa xwe terkevin bi awayekî fermî zilmê li wan dikin û wiha got: “Ji bo ji malên xwe derkevin avê û ceyranê ji ser wan qut dikin. Bi kamyonan molozan li pêş deriyê wan rodikin û wan di malên wan de hepis dikin. Dewlet bi fermî zilmê dike.

DÊ 6 QEREQOL TÊN AVAKIRIN

Sarialtun, destnişan kir ku li dijî nexşe û mîmariya Sûrê rê tên çêkirin û 6 qereqolên nû tên avakirin û wiha got: "Di bin xerakirina sûrê de polîtikaya ewlehiyê heye. ‘Di pêvajoya şer de zor li wan hat û nekarîbûn mudaxale bikin. Niha ji bo hêsantir mudaxale bikin li gorî xwe plan dikin. Dîsa dixwazin civaka ku li wir di ber xwe da vala bikin û mirovên nû li wir bi cih bikin. Dixwazin nexşeya civakî û mîmarî li gorî xwe ava bikin. Dixwazin qadek ewle li wir ji xwe ava bikin. Em dê li Sûrê xwedi derkevin. Têkoşîna xweya hiqûqî didin. Divê hemu rewşenbir, hiqûqnas, pêşeng li Sûrê xwedî derkevin. Çi ji destê me bê em dê bikin."