KÎLÎS - Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), bi 6 TIR'an barê tang, top û obusan teqwî sînorê Kîlîsê kir.
Tirkiye li ser sînorê navbera xwe û Rojava çekên giran bi cih dike. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), bi 6 TIR'an barê tang, top û obusan teqwî sînorê Kîlîsê kir. Karwana wesayîtên leşkerî ku ji 6 tiran pêk tê yên barê wan tang, top û obus barkirîbûn di bajarê Kilîsê de derbas bûn û ketin rêya Îslahiye ya sînorê Rojava. Karwana dawî ya ku ji amûrên leşkerî pêk dihat ji bo teqwiya yekîneyên artêşa Tirkiyeyê li sînorê Rojava hatine kirin û dê li sînor werin bicihkirin. TSK, heta niha gelek caran ji cihên cuda sewkiyatên amûrên leşkerî ji bo sînorên Rojava kiribûn.