ÎMO: Bi hezaran xanî bi talûkeya xerakirinê re rû bi rû ne

AMED - Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê têkildarî hilweşîna avahiya li taxa Şehîtlîk a Yenişehira Amedê daxuyanî da û got: “Weki avahiya Gokdag Apt. bi hezaran avahiyên bi hilweşînê re rû bi rû ne hene. Divê rayedar der barê vê yekê de tedbîran bistînin."

Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê têkildarî hilweşîna avahiya li taxa Şehîtlîk a Yenişehira Amedê daxuyaniyek nivîskî da û rayedar hişyar kirin. ÎMO di daxuyaniyê de wiha got: “Di 2'ê Tebaxê de li kolana 2'yemîn a Taxa Şehîtlikê ya Navçeya Yenîşehîrê avahiya Gokdag Apt. hilweşiya. Di hilweşîna Gokdag de avahiyên Fîgan û Gîrne jî zerar dîtin. Ji ber ku berê der dora apartmana Gokdagê haitbû valakirin rê li pêş kuştina mirovan hat girtin û ziyana can nebû. Weki wê bi hezaran avahiyên bi hilweşînê re rû bi rû ne hene. Divê rayedar der barê vê yekê de tedbîran bistînin." Bi hezaran avahî wekî Gokdag bi hilweşandinê re rû bi rû mane. Dibe ku ev avahiyên taluke nehatibin hilweşandin. Lê gelek mirov divan avahiyan de dijîn û jiyana wan di talûkeye deye. Li şûna yaredar diçin li Alipaşa û Lalebey xaniyên yek qat xera dikin. Bila biçin li wan avahiyan lekolin bikin û tedbiran bistinin. Divê rê li pêşiya zerara can u mal bigirin."