Bi hevkariya Yenî Şafakê û polîsan lîstika di Nobeta Edaletê de

STENBOL - Nobeta Wîcdan û Edaletê li Parka Yogurtçu di bin dorpêça polîsan de didome. Polîs destûr dide tenê 60 kes derbasî qadê bibe. Rojnameya AKP'ê Yeni Şafak li şûna rastî û astengiyên li pêş nobetê bibîne, rastî berovajî kir û endamê heyeta ku piştgirî da HDP'ê bi manşeta "Teroristê biyanî yê li Parka Yogurtçu" derxist peş.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogurtçu di bin barikat û dorpêça polîsan de didome. Bi hezaran kesên ku dixwazin biçin tev li nobetê bibin ji ber dorpêç û astengiyên polîsan tenê carê 60 kes dikarin derbasî parkê bibin. Polîs destûr dide ku tenê 60 kes derbasî qadê bibe. Yên derbasî qadê dibin jî di kontrol û lêgerînên zêde re derbas dibin û diçin parkê. Rojnameya AKP'ê Yeni Şafak li şûna rastî û astengiyên li pêş nobetê bibîne, rastî berovajî kir û astengiyên li pêş nobetê veşart. Ronameyê endamê heyeta ku piştgirî da HDP'ê bi manşeta "Teroristê biyanî yê li Parka Yogurtçu" derxist peş. Di nobeta HDP'ê ya li Amedê ku li parka Ekîn Ceren dabû destpêkirin jî Rojnameya Sabahê gotibû "Gel piştrî neda". Lê astengiya polîsan ku Parka Ekîn Ceren ku kiribûn wkî girtîgeha servekiri neditin.

Rojnameya Yenî Şafakê wêneyê pasaportên endamê Heyeta DYA, Norveş ên hatin koma HDP'ê ya li Parka Yogurtçu ziyaret kirin di manşetê de da û got: "Di nava vana de zarokê 14 salî yê ji DYA hatiye jî heye. Heyeta ku ji bo bigêje qada nobetê di 3 nokteyên polîsan û lêgerîna GBT'ê re derbas dibin, çawa bû ku wêneyên wan gihişt destê rojnameyê. Heyeta ku diçi qadê piştî di GBT re derbas dibin wêneyê wağn tên kişandin û piştre derbasî qada nobetê dibin.

Piştî Rojnameya Yeni Şafakê nûçe bi vî rengî weşand û wêneyên wan bi cih kir, pirsa gelo polîs wêneyên ziyaretvanan ji ber vê yekê dikişîne' hat aqilan.

OZSOY: POLÎS ERKA XWE XERAB BIKAR TÎNE

Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê û Berpirsiyarê Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, helwestapolîsan û rojnameya Yenişafakê şermezar kir. Ozsoy wiha got: "Kesên biyani yên ji bo betlanê tên stenbolê dixwazin nobeta me ji ziyaret bikin. Lê polis wêneyên wan dikişîne. Min duh 3 kesan ji welatên biyanî bi pasaportê hatin Tirkiye nas kirin. Yek jê hemwelatiyê min bû. Bi taybeti ji bo min bibîne hat ez ziyaret kirim. Ji bo betlanê hatine Stenbol. Dema hatin stenbol xwestin me jî bibînin. Lê di ketina barîkatê de polîs wêneyên wan û pasaporta wan dikişînin.
Polîs li vir karê xwe û erka xwe suiistimal û xerab bikar tînin. Ger ku li Tirkiye dozger li polisekî doz vekiribûya tiştekî wisa nedikirin.

Ozsoy, rojname jî rexne kir u wiha got "Mirov nikare ji van rojnameyan re bêje saziyên çapemeniyê. Mirovên nas nake li ser pasaporta wan lîstine û ew wekî terorîst nîşan dane. Em dê agahiyê bidin sefaretxaneyan û bixwazin der barê vê meseleyê de lêpirsîn bê destpêkirin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ev mirov bi salan li dervê Tirkiye dijîn. Yek li welatê derve ji dayik bûye. Heta yek jê hemşeriyê min e. Tabanbariya van mirovan a bi terorîst nayê qebûlkirin. Em dê vê rewşê di hemû platformên navneteweyî û di qada dîplomatîk de bînin ziman. Van kesên ku pasaporta van mirovên biyanî pêşkeş kirine ew kirine hedef. Dema li stenbolê di kolanê re biçin dibe ku rasti êrişên faşist û nijadperestê xwe nenas bên. Wê demê berpirsiyarên van kesan dê kîbe. Ev polîs berpirsiyariya xwe û erka dewletê nizanin. Em dê roja yekmeşê vê yekê bi sefaretxaneyan re parve bikin û hesapê vê yekê bipirsin."