ŞIRNEX – Ji ber topbarankirina ji Tabûra Komondaya Leşkerî ya li Bajarokê Gorumlu li Çiyayê Cudî şewat derket.
Ji Tabûra Komondaya Leşkerî ya li Bajarokê Gorumlu duh bi şev û îro Çiyayê Cudî yê bi ser Şirnexê ve hat topbarankirin. Ji ber topbarankirinê li qadên Deriyê Cibraîl û Sefînê şewat derket. Bi hezaran dar şewitîn. Duxana ji qada şewetê li asîmanan bilind bû ji navçeya Silopiya jî tê dîtin.