Îzmîriyan aqûbeta windayê Sîloyiyê pirsîn

ÎZMÎR - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê di hefteya 393’an de bi silogana "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" çalakiya xwe berdewam kir. ÎHD'ê aqûbeta Abdulvehap Tîmûrtaş ê di sala1993'an de li Sîlopya hat windakirin pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan di hefteya 393’an de bi silogana "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li pêş Sumerbang a Berê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xiznên windayan û endamên ÎHD'ê di çalakiyê de pankarta ”Winda diyar in, faîl li ku ne" vekirin. Gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Li ser navê ÎHD'ê Deniz Bayrak daxuyanî da. Bayrak, xwest sûcdar bên ditin û kujer bên darizandin û wiha got: Timûrtaş, di 14'ê Tebaxa 1993'an de dema li navçeya Silopi diçû Esenlî hat binçavkirin û hat windakirin. Timurtaş birin Fermandariya Cendirmeyan a Sîlopya. Abdulvahap û hevalê wî yê Sûriyeyî li gel wi hat binçavkirin. Hemû gundî bun şahidê binçavkirinê. Parêzeran di 15'ê Cotmeha 1993'an de serî li serdozgeriyê û midûriyeta polîsan dan. Di 20'ê Cotmehê de Fermandarê Cendirmeyan ê Sîlopya Husam Durmuş, diyar kir ku Timurtaş ne di bin çavan de e.

Di 9'ê Sibata 1994'an de parêzeran serî li DMME'ê dan. DMME'ê di 13'ê Hezîrana 2000'an de malbat mafdar dît û hikûmet sucdar kir. Çalakiyê bi runiştinê berdewam kir û bi dawî bû.