‘Bila girtiya nexweş Çetînkaya serbest bê berdan’

STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di hefteya 280’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û xwest girtiya nexweş Sabahat Çetînkaya serbest bê berdan.

Komîsyona Girtîtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakiya “Rûniştina F” lidar dixe. Çalaki di hefteya 280’emîn de li Qada Galatasarayê dewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Tecrît dikuje bila Tîpên F bên girtin”, “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan” û “Hefteya 280’emîn a rûniştina F ye bila Sabahat Çetînkaya serbest bê berdan” û wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Tecrîd dikûje piştgirî dide jiyankirin”, “Dermankirin mafe nayê astengkirin” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê bişkêne” berz kirin.

Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa Hevşaredar Dêrikê Sabahat Çetînkaya ya ku di sala 2016’an de hatibû girtin û xwestin serbest bê berdan.

DEMILDEST DAXWAZA BERDANA ÇETÎNKAYA KIRIN

Endamê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê Mehmet Acet axivî û diyar kir ku Sabahat Çetînkaya salek û nîve di girtîgeha Sîncanê de ragirtîne îdianameya ji bo wê hatiye amadekirin ji aliye dadgehê ve nehatiye qebûlkirin. Acet derbarê rewşa Çetînkaya de ev agahî dan: “Bi Çetînkaya re nexweşîna dil heye. Tansiyonê wê zede dibe û nexweşînên wê yên mîna girtina damar pê re heye. Li gel ku rewşa wê gelek xetere ye jî nayê dermankirin. Herî dawî 15 roj berê wê sewqî nexweşxaneyê kirine û heta niha tu encam ji dermankirina wê derneketiye.” Acet xwest ku Çetînkaya demildest serbest bê berdan.