AMED – Polîsên bi maşîneyên zirxî yên Ranger konvoya dawetê ya ku falamayên kesk, sor û zer di şibakeyan de derxistibûn rawestand û falamayan kom kir û hin ciwanan jî derp kirin. Ji welatiyên bertek nîşan da 2 kes hatin binçavkirin.
Bi Rewşa Awarte (OHAL’ê” re gelek stranên kurdî hatin qedexekirin û hunera stranbêjên dawetan jî hatin astengkirin. Niha jî konvoyên dawetan ji aliyê polîsan ve tên rawestandin û mudaxeleyî konvoyê dikin. Li Duriya Yenî Hal a navçeya Rezan a Amedê polîsan bi maşîneyên tîpa ranger ên zirxî konvoya dawetekê rawestand û hemû flamayên kesk, sor û zer di şibakeyan de hatibûn derxistin û wek destmala serê govendê tê hejandin komkirin. Polîsan bi mudaxeleyekê hişk dawetvanan asteng kir û li dijî dawetê helwesta xwe ya cudakar nîşan dan. Hat zanîn ku polîsan zarok û ciwanan derp kiriye.
Xizmên malbatê nerazîbûn nîşanî polîsan dan. Polîsan ji malbatê re got “Evder Komara Tirkiyeyê ye heke ku hûn naecibînîn ji vir biçin.” Li ser gotina polîsan welatiyan jî got: “Evder welatê me ye, yên ku ji vir biçin hûnin.” Li ser vê nerazîbûna welatiyan polîsan 2 kes binçav kirin.
Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin Muhmamet Kartal û Efendî Çelîktemel e.