STENBOL - Rojnamegeran li Parka Yogurtçu Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ziyaret kirin. Rojnamegerên nobet ziyaret kirin diyar kirin ku ew dê her dem rastiyê binivîsin.
Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Yogurtçu di roja 5'an de dimome. Tevî dorpêç û hemû astengiyên polîsan nûnerên sazî, ode, sendîka, komele, partî û rêxistinên demokratik dikevin dora ziyaretê û kom bi kom diçin nobetê ziyaret dikin. Ji ber ku hemû kes bi hevre nayê berdan, komek li benda koma duyemîn tên rawestandin. Îro jî piştî gelek koman Nobet ziyaret kir, nûnerên saziyên çapemeniyê yên DÎSK-Basın Îş, Koordinasyona Doza Rojnameya Cumhuriyetê nobet ziyaret kir. Rojnamegeran bi siloganên "Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin" "Bêdeng nemîne, biqîre, Çapemeniya azad heq e berz kirin û derbasî parkê bûn. Rojnamegeran piştî bi komî wêne kişandin li vir daxuyanî dan. Li ser navê Rojnamegeran Seroke Giştî yê DİSK-Basın Îşê Faruk Eren, diyar kir ku 160 rojnameger girtî ne û wiha got: "Der barê rojnamegerên girtî de jî bi sedan doz hatin vekirin. Malperên înternetê tên sankurkirin. rojname û televîzyon tên girtin. Lê rastî şoreşger in. Em dê nivîsa rastiyan berdewam bikin û em dê her her tem têkoşina nivîsa rastiyan û têkoşîna aştiyê bidin. "
Rojnameger Ayşe Duzkan jî diyar kir ku niha telê dile wan û mejiyê wan azad e û wiha got: "Tiştê ku di mejiyê me re derbas dibe em dinivîsin. Ez Zehra Dogan, Înan Kizilkaya û hemû rojnamegerên girtî silav dikim. Em dizanin ku tenê ji ber ku rastî nivîsandine hatine girtin û girti ten darizandin."