30 rojin cenaze li çoltarê di bin tavê de tên hiştin

AGIRÎ - Ji 5 cenazeyên endamên HPG'ê jê 4 cenaze 30 rojin li Çoltara Geliyê Çemçê yê Navçeya Kaxizmana Qersê tên rawestandin. Malbadên çûn

Geliyê Çemçê û xwestin cenazeyên zarokên xwe bigirin rastî gefa "Hûn ji vir neçin aqûbeta we jî dê wekî ya zarokên we be" hatin.
Li Geliyê Hacê yê Herêma Çemçê ya Navçeya Kaxizmana Qersê di 6'ê Tîrmehê de di encama bombebaranê de 5 endamên HPG'ê jiyana xwe jie dest
dabûn. Endamên HPG’ê Omer Ozrek (Botan Eriş), Mehmet Birgul (Simko Agirî), Ferit Polat (Taylan Ozgur), Serhat Boztaş (Dara Hemzê) û endamê
HPG’ê yê navê wî nehat diyar kirin jiyana xwe ji dest dan. Ji 5 kesan cenazeyên 4 endamên HPG'ê 30 rojin li Çoltarê Çemçê di bin germa havînê de li
çoltarê tên rawestandin. Malbaten ku dixwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin jî bi hinceta "Operasyon heye" destûr nadin malbat biçin cenazyan bigirin.
Malbat ji bo cenazayên zarokên xwe bigirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Qersê dan. Serdozgeriya Komarê ya Qersê ew şandin Dozgeriya Kaxizmanê.
Dozgeriya Kaxizmanê jî malbat şandin cem Waliyê Qersê. Lê Walî jî ziyareta malbatan qebûl nekir û bi malbatan re hevdîtin nekrin. Li ser vê yekê 9 kes bi
dolmîş û texsiyekê ji Giyadînê çûn Kaxizmanê û ji wir çûn Fermandariya Çemçê. Der barê hewldana malbatan de Bavê endamê HPG’ê Omer Ozrek
Abdulkerîm Ozrek diyar kir ku wan serî li hemû rayedaran dan, lê encam negirtin û wiha got: "Em naxwazin bêtir rawestin. Cenazeyên me 30 rojin li
çoltarê li ber germa havînê tên rawestandin. Em çûm Fermandariya Çemçê Fermandar got "Zû vegerin. Ger ku hûn venegerin dê aqûbeta we jî mîna ya
zarokên we be û gef li me xwar"

EM DIXWAZIN EV ÎŞKENCE BI DAWÎ BIBE

Ozrek, anî ziman ku mehek e zarokên wan di bin tavê de li nava çoltarê tên rawestandin û xwest êdi dawî li vê zilmê binin û wiha got: "Ev çawa mirovahî
ye. Ev çawa wîcdan e. Cenaze li Geliyê Haçê ne. Madem zarokên me kuştin bila cenazeyên wan bidin me. Me li Qersê bi Walitî, ÎHD û HDP'ê re hevDitin
kir. Wekîlê HDP'ê Mehmet Emin Adıyaman li walî geriya û xewest hevdîtin bike. Lê walî nexwest bi me re hevdîtin bike.
Malbata Serhat Boztaş (Dara Hemzê) berê çûbûn herêmê û cenazeyê kurê xwe stendibûn.