Dayika pitikên cêwî Kilinç hat girtin

AYDIN - Dayika pitikên cêwî Mulkiye Demir Kilinç hat girtin.

Ji ber ku pirtûk firotine bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 2 sal cezayê girtîgehê li dayika pitikên cêwî Mulkiye Demir Kilinç hat birîn û îro li ser riya Aydin-Kûşadasiyê tevî hevjîn xwe û cêwiyên xwe hat binçavkirin. Kilinç hat girtin û wê şandin Girtîgeha Aydinê. Hat hînbûn ku piştî dosyeya Kilinçê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye qebûlkirin hatiye girtin.