MÊRDÎN – Aqûbeta 50 êzîdiyên ku Kampa AFAD’ê ya Midyadê biryar daye ku wan ji kampê derxîne hê jî nediyar e. AFAD’ê pêşî ji bo nûkirina qeydên wan doza daxwaznameyan kir, lê belê niha jî ji êzîdiyan re dibêje: “Me daxwaznameyên we şandine Enqereyê, hîn bersiv nehatiye dayîn."
Êzidiyên ku ji ber êrîşên DAÎŞ’ê derbasî Tirkiyeyê bûn û li kampa Fidanlik a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bûn, dema qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin di 5'ê Çileya 2017’an de derbasî Kampa AFAD’ê ya li navçeya Midyad a Mêrdînê bûn. Hinek kesên ku ji ber di wê dîrokê de li Iraqê bûn an jî ji ber nexweşiyan li kampê ne amede bûn, qeyda wan nehat çêkirin. Kampa AFAD’ê ya Midyadê di 31’ê Tîrmehê de biryar da ku nêzî 50 kesên qeyda wan tune an jî dîroka qeyda wan derbas bûye ji kampê derxîne. Li ser vê biryarê roja ewil bi şev 4 kes hatibun avêtin.
Piştî avêtina 4 kesan, raya giştî bertek nîşan dan û li ser nûçeyên hatin weşandin û bertekên raya giştî her 4 kes dubare wergirtin kampê û biryara derxistina êzidiyan hat rawestandin. Piştî rawestandina biryarê, ji 50 kesên ku dixwazin ji kampê bên derxistin ji bo nûkirina qeydên wan hat xwestin ku daxwaznameyê bidin Gerînendetiya Bajar a Îdareya Koçberiyê ya Mêrdînê. Li gel ku 3 roj derbasbûne jî heta niha tu bersiv nedane êzîdiyan. Tenê gerînendetiya kampa AFAD’ê ji keyayên êzîdiyan re gotine: “Me daxwaznameyên we şandine Enqereyê, hîn bersiv nehatiye dayîn."