WAN - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geveri, diyar kir ku ew dê Nobeta Wîcdan û Edaletê ji Stenbolê dewir bigirin û wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li nobetê bibin. Em dê bi hevre ablukayê bişkînin.
Nobeta Wîcdan û Edaletê ku di 25'ê Tîrmehê de li Amedê dest pê kir, di 1'ê Tebaxê de li Stenbolê dewir girt û dê di 8'ê Tebaxê de li Wanê berdewam bike. Beriya Wan nobetê dewir bigire Wekîle HDP'e yê Wanê Adem Geverî banga tevlêbûna nobetê kir. Geverî diyar kir ku tevî ambargo û dorpêça polîsan li Amed û Stenbolê nobetê berdewam kir û rastî eleqeyek mezin hat. Geverî, anî ziman ku wan li dijî "Rejîma Tîpa Erdogan" hêzek mezin a cemaweriyê çêkiriye û wiha got: "Li Stenbole tevî hemû ambargo û dorpêça mezin nobetê berdewam kir. Gel u saziyan eleqeyek mezin nişan da. Em dê di 8'ê Tebaxê de nobetê ji Stenbolê dewir bigirin. Em dê Nobetê li Paytextê Serhedê Wanê berdewam bikin. Em dê li dijî pêkanînên OHAL û rêveberiya Rewşa Awarte ku der der dagir kiriye çalakiyek mezin pek bînin. Em dê bi vê çalakiya xwe vê dorpêç û argoyê bişkînin. Em dê li dijî OHAL u pêkanînên KHK'ê, li dijî pêkaninên komkujiya azadiya tevgera kurdan bi hêz dengê xwe bilind bikin. Em dê vê ambûkayê bişkînin. Em bang li hemû gelê xwe yê serhedê dikin ku tev li nobetê bibin û bi hevre vê komkujî û dorpêçê bişkînin.