5 rojnameger derketin pêşberî dadger

STENBOL - Rojnameger Oncu Akgul ku ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin nobeta Gerînendeya Weşana girtibû ligel 4 rojnamegeran derket pêşberhî dadgehê.


5 rojnamegerên ku beşdarî Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin bûbûn û doz li wan hatibû vekirin derketin pêşberî dadgehê. Rojnameger Oncu Akgul, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya, Gerînendeyê Weşana Giştî yê berê Huseyin Aykol bi îdîaya "Pesnê sûc û sûcdar daye" doz li wan hatibû vekirin li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê îfade dan. Kizilkaya ku îfade da diyar kir ku ew sucdariya der barê xwe de qebûl nake û nûçeyên wan di çarçoveya azadiya ramanê dene. Rojnameger Aykol jî anî ziman ku pîvana welatên demokratîk azadiya çapemeniyê ye û nûçeyên ku di rojnameyan de hatine weşandin di çarçoveya azadiya ramanê de hatine amadekirin. Piştî parastina rojnamegeran heyeta dadgehê rûniştina dozê taloqî 21'ê Sibata 2017'an kir.

Rojnameger Eren Keskin û Reyhan Çapan jî di çarçoveya dozek din de li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê îfade dan. Heyetê rûniştina wan taloqî 17'ê Mijdare kir.