SÊRT - Rewşa tendûrîstiya Hevşaredarê berê yê Sêrtê Tuncer Bakirhan ber bi xeterebûnê ve diçe. Hat zanîn ku dermanên Bakirhan jî nayê dayîn.
Hevşaredarê Sêrtê yê berê Tuncer Bakirhan ku 16’ê Mijdar a 2016’an hat girtin, rewşa wî ya tendûrîstiyê ber bi xetere bûnê ve diçe. Bakirhan ku li Girtîgeha Tîpa F ya Bolu’yê tê girtin, nexweşiya wî Akalîn Gastrît hati bû teşhîskirin. Bakirhan ji beriya mehekê name ji saziyên sivîl re şandî bû û da zanîn ew piştî çend hefteyan rakirin rewîrê. Piştî rewşa Bakirhan giran bû piştî 40 rojan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bolu’yê.
Herî dawî Bakirhan bi riya telefonê malbata xwe re axivî û da zanîn ku rewşa wî ber bi xetere bûnê ve diçe û her diçe kîlo winda dike. Hevsera Bakirhan Derya Bakirhan diyar kir ku rewşa Bakirhan her diçe xetere dibe û dermanên wî ji nayê dayîn. Bakirhan derbarê rewşa tendûrîstiya hevjînê xwe de serî li doktoran dabû û doktor jî da zanîn ku nexweşiya Bakirhan vedigere penceşêrê û dibe ku dilê wî ji qul bibe.