SODAP û Çerkesan piştgirî da nobetê Wîcdan

STENBOL - Endamên SODAP û Hewldana Kongreya Kerkesên Demokratik Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ziyaret kirin û peyama “Teqez em dê bi ser bikevin" dan.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ku di 25'ê Tîrmehê de li Amedê dest pê kir, di 1'ê Tebaxê de li Stenbolê dewir girt, di roja 6'an de li Parka Yogurtçu ya Stenbolê berdewam dike. Îro jî gelek sazî û beşên cuda nobet ziyaret kir. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Parka Yogurtçu ya kadikoyê di roja 6'an de rastî eleqeylek mezin hat. Komeleyên Platforma Piştevaniya Sosyalist (SODAP) û Çerkesan jî nobet ziyaret kirin.

Endama Kongreya Çerkezên Demokratik Birgul Asena, piştî ziyaretê daxuyanî da û got: "Em ji bo bawerî, reng, nasname û nijadên cuda edalet û wîcdan dixwazin. Gotinek pêşiyana çerkezan heye dibêje "Yên heviyên wan tune be nikarin hesê wan nabeze" Em jî ji bo nobeta hevî wîcdan û edaletê li vir in."

EM TÊ TEQEZ BI SER BIKEVIN

Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Saniye Evren jî anî ziman ku welatê wan di nava lepê OHAL û KHK'ê de tê guhardin û wiha got: "Gelê kurd, elewî, karker, jin û hemû beşên civakê nîşan da ku Tirkiye bi pergala Diktatoriyê bi rêve naçe. Em teslîmî vê pergalê nabin. Em dê teqez bi ser bikevin."