Parêzerên bi bîsîklet ketin rêya Enqere li Gebze hatin astengkirin

KOCAELÎ - 2 parêzerên ku ji bo piştgiriyê bidin Nurîye Gulmen û Semih Ozakça ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve ketin rê li Gezbe hatin rawestandin. Polîsan destûr neda ku parêzer biçin Enqereyê.

Parêzer Ezgi Çakir û Suleyman Gokten ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 151 rojin ji bo li karê xwe vegerin û mafê xwe bistînin ketine greva birçîbûnê ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve ketin rê. Karmendê nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiye ya Stenbolê Celal Akgun jî tev li meşê bû. Parêzerên ku ji Stenbolê ketin rêya Enqere li Gebze ji aliyêpolîsan ve hatin rawestandin. Polîsan bi hinceta trafîk ne li gorî bisîkletan e destûr neda Çakir, Gokten û Akgun û we bi maşinê anîn Îzmîtê.

Parêzerên ku zarokên xwe jî li gel xwe girtin û hatin astenkirin pişti hatin Îzmirê ji aliyê Serokê CHP'ê Cengiz Saribay ve hatin pêşwazîkirin. Prz. Ezgî Çakir û Suleyman Gokten, bi meş hatin Parka Mafên Mirovan û piştî bêhna xwe dan xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan li vir jî destûr neda ku kom daxuyaniyê bide çapemeniyê. Komê li gel astengiya polîsan daxuyaniyek kurd dan û helwesta polîsan şermezar kirin. Prz. Ezgi Çakir, daxuyanî da û got: "Polîsan got 'Ma ne rêyek talûke ye. We çima ev rêya talûke hilbijart?' ji me pirsîn. Em ditirsin ku Nuriye û Semih li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin. Ji ber vê yekê divê em hemû bi hevre tiştekî bikin û em bibin rêhevalên wan û dengê wan bilintir bikin"