EDENE - Zarokên malbatên ku ji ber şer koçî Edeneyê kirin ji bo debara malbatê bikin barê giran didin ser pişta xwe û kar dikin. Zarokên koçber bi firotina kaxiz û bermaniyan hewl didin debara malbata xwe bikin.
Zarokên tevî malbatên xwe ji Sûriye ji ber şer koçî Edeneyê kirine, ji bo debara malbatê barê giran didin pişta xwe û kar dikin. Zarokên ku tevî malbatên xwe ji şer reviyan û hatin li Edeneyê bi cih bûn, pişta xwe didin bin barê giran û bi kedek mezin û heqekî erzan debara malbatê dikin. Zarokên ku malbatên wan di înşaet û karên zeviyan de bi erzanî dixebitin ew jî kaxiz, plastîk û bermahiyan kolan û ser çopê kom dikin û bi girotina bermahiyan debara malbatê dikin.
Zarokê 10 salî Ahmed Xalid ku tevî malbata xwe ji Sûriye koçî edeneyê bû, ji serê sibê heta saetên êvarê kaxizan kom dike û rojê li hemberî komkirina bermahiyan 5 - 10 TL heqê xwe distîne. Xalid, anî ziman ku ji bo debarê bikin neçarin kar bikin û di nava rojê de kaxiz, plastîk û bermahiyên kevn kon dike û difiroşin.
MALBATA XWE DI ŞER DE WINDA KIRIYE
Zarokê 14 salî Fehat Damus jî anî ziman ku malbata xwe di şer de winda kiriye û wiha got: "Ez ji bajarê Deyr El Zorê tevî birayê xwe hatim vir. Ji bo ez bijîm divê em debara xwe bikin. Ji bo debarê jî ez kaxizan kom dikim û bi komkirina kaxizan û plastîkan debara xwe dikim.