STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay êrîşa polisan a li diji şerê şermezar kir û diyar kir ku yên zilmê bikin dê ziyan bibin u wiha got: "Em de tewez bi ser bikevin. Heta em bigejin armanca xwe eme tebikoşin.
HDP'ê Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê di roja 6'an de bi dawî kirin. HDP'e pişti nobet bi dawi kirin, ji Parka Yogurtçu ber bi Qada Îskeleye ve derketin rê. Girse ya ku ji aliylê sedan kesan ve meşiyan heta ku gihiştin Qada Îskele ya Kadikoyê ji aliyê hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin.Girseya ku heyeta HDP'ê pêşwazî kir bi silogan berz kirin. Dema girseya wekîl pêşwazî kirin polisan li vir êrîşî girsê kirin. Polîsan a bi gasa îsotê, bombeyên gazê û guleyên plastik êşîş kirin û alozî derket. Girseya ku wekîl û rêveberên HDP'ê jî di navde hebûn bê navber siloganên “Zext nikarin me têr bibin" û "HDP gel e, gel li vir e" berz kirin. Di êrîşe de wekîl û rêveberên HDP'ê jî di navde gelek kes hatin darpkirin. Piştî êrîşa polîsan aloziya li qadê girse derbasî Qada Îskeleyê bûn. Piştî êrîşa polisan Heyeta HDP'ê belav nebû û li Qada Îskeleyê di nava girsê de daxuyani dan çapemeniye. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay û wekîlên HDP'ê daxuşyani dan. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, diyar kir ku wan li Amed û Stenbolê 13 rojan di bin dorpêça polîsan de nobet girt û ji gel hatin tecrîdkirin. Kemalbay, anî ziman ku polîsan bi barîkatan dora wan pêça û destûr neda gel wan ziyaret bike û niha jî bi gaza îsotê, bombeyên gazê û guleyên plastîk destûr nade gel wan pêşwazî bike û wiha got: "Wîcdan di kîder vê yekê de heye. Partiya sêyemîn a Tirkiye rastî vê muameleyê tê."
Kemalbay, anî ziman ku HDP tevî hemû astengî û tecrîdan her roj bêtir mezin dibe û wiha got: "Me got em ranastin em dê ji faşizmê re bêjin raweste. Li vî welat siyaseta demokratîk tê tunekirin. Serdestiya hikûqê tê tunekirin. Destkeftiyên jinê û karkeran tê desteserkirin. Hemû mafe azadiyê ji destê mirovan tên girtin. Em ji bo jiyanek nû tê dikoşin. Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku em bi hevre têbikoşin. Stenbolê di referandumê de ji AKP’rê re got na. Ew êrîşi her tiştî dikin. Dibêjin gel wan naxwaze. Ger ku gel me naxwaze çima polîs barikat di navabarîkatê de li dorme dipêçin. Çima polîs êrîşî girsê dikin. Yên zilmê blikin dê ziyan û zerar bikin. Yên zilmê bikin dê xwe di dîroka çopê de bîbinin. Em we bi komkujiya Dersimê Robokê nas dikin. Em we bi komkujiya jêrzemînên Cizîrê nas dikin.
Em Nobeta Wîcdan û Edaletê oxirî Wanê dikin. Em bang li gelê Serhedê dikin. Em Nobeta Parka Yogurçu oxirî we dikin. Silav ji gelê Wan û Serhedê re. Heta ku ev doz bigêje armanca xwe emê têbikoşin. Teqez em dê bi ser bikevin. Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin.
Piştî daxuyaniyê girsê dîsa dirûşme berz kirin. Polisan dîsa êrîşî girsê kir û herî kêm 5 kes binçavkirin.