Leşkeran gundî gulebaran kirin

AMED - Li Gundê Kanîbuşkulê yê navçeya Hazro yê Amedê cerdevanên ku parastina maşineyên daristan dibirîn dikir rastî êrîşa çekdarî hat. Piştî cerdevan rastî êrîşa çekdarî hatin û 3 cerdevan birîndar bûn, Leşkeran li ser gundiyan gule barandin.

Li Gundê Kanîbuşkulê yê Navçeya Hazro cerdevanên maşîneyan dar dibirîn diparastin, rastî êrîşa çekdarî hatin. Di êrişê de 3 cerdevan birîndar bûn. Piştî cerdevan rastî êrîşê hatin cerdevan û leşkeran jî bersîv da û şer derket. Di şer de Cerdevan Îhsan Bayar bi giranî birîndar bû. Cerdevan Mehmet Taşkesen û Mehmet Çetin jî sivik birîndar bûn. Cerdevan bi helikopterê rakirin nexweşxaneyên Amedê. Piştî bûyerê gelek maşîneyên sirxî û ambulans çûn herêmê.

Leşkerên çûn herêmê ketober li ser gundiyan gule reşandin. Leşkeran 2 welatiyên bi traktorê ji nava zeviyên xwe diçûn malê gulebaran kirin. Welatiyên rastî êrîşê hatin traktora xwe li çolê hiştin û xwe avêtin nava gund. Piştî leşker çûn gund welatî ji nava gund derxistin. Helîkopteran jî dahl û zeviyên gundiyan dan ber guleyan. Di gulebaranêde şewat derket. Tevgera leşkerî li herêmêdidome.