Ji bo zarokan dest bi kampanya Noel Baba kirin

EDENE - Komek ciwan, bi gotina "Em dikevin kolanên ku Noel Baba Neketinê", ji bo zarokên ku sala nû li kolan û nexweşxaneyan derbas dikin dest bi kampanya pirtûkan kirin.

Komek ciwanên Lîseyî yên Şoreşger (Dev- Lis) ên Edeneyê û endamên Komeleya Mavi Çocuk Utku Umut Işıklari bi silogana "Li dijî xizanî û birçîbûnê nerazibûna min heye. Em dikevin kolana ku Noel Baba neketiye" ji bo zarokên nexweşên losemi û zarokên penaber ên li kolanan dijîn dest bi kampanya pirtûkan kirin. Têkildarî kampanyayê Endamê Dev-Lisê Nihat Bayav, diyar kir ku bi vê kampanyayê dixwazin balê bikşînin ser rewşa zarokan û piştgiriyê bidin zarokên kolan û li nexweşxaneyan. Bayav, anî ziman ku dixwazin balê bikşînin ser zarokên di bin tundî, îstîsmar û zarokên tên qetilkirin û wiha got: Li tirkiye herî zêde zarok dikevin bin zext û zordariyê. Li Yurda Suleymaniyan a Aladagê zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di şerê heyî de her roj zarok jiyana xwe ji dest didin. Di şerê bi xwîn yê li Rojhilata navîn zarokên li benda heviyê û ranohiyê ne hene. Zarokên bêguhen û pak hene."

'EM DÊ TÊKEVIN KOLANÊN KU NOEL BABA NEKETIYÊ'

Bayav anî ziman ku ji bo zarokên biçûk bijîn û li ser piyan bimînin têdikoşin û ji bo zarokan dê pirtûkan kom bikin. Bayav, da zanîn ku li dijî xizanî û birçîbûnê îtîraza wan heye û wiha got: "Em bi şiara "Em dikevin kolanên ku Noel Baba nekedtiye" ji bo sersala nû ji zarokên bi nexweşiyên losemî û penaber re pirtûk û pêlîstokan kom dikin. Ev kampanya me di 1'ê Kanûnê de dest pê kir û dê heta 31'ê Kanûnê bidome.