REQQA - Ciwanên Ereb ên di operasyona "Xezaba Firatê" de cih digirin diyar kirin ku ji bo pêşeroj û jiyanek azad û hevpar a bi gelê Sûriyeyê re bi hevre dimeşin Reqqayê. Ciwanan anîn ziman ku ew hêza wan a azadiyê heye. Şervanên temen mezin jî bang li ciwanan kir ku di şerê azadiyê de cih bigirin.
2'emîn pêngava operasyona "Xezeba Firatê" ya ji bo azadiya Reqqa di 10'ê kanûnê de dest pê kir, berdewam dike. Ciwanên ereb ên di nava Quvetta Suriyeya demokratîk (QSD) de cihê xwe digirin hamleya duyemîn berdewam dikin. Ciwanên Ereb, Kurd, Suryan û Tirkmen ên di eniya şer de cihê xwe digirin, gund bi gund pêş ve diçin. Ciwanên Reqayî yên ereb ku di eniya şer de cih digirin diyar kirin ku ji bo jiyanek azad û hevpar di nava şer de cihê xwe digirin. Ji şervanên Reqqayê Gelhat Hasekê, diyar kir ku ji bo Reqqayê ji destê DAIŞ'ê rizgar bikin di nava pêngavê de cihê xwe digirin û wiha got: "Me li Hesekê li dijî DAİŞ'ê şer kir. Ji bo azadiya warê xwe em ketin nava tevgerê. Ji bo em hemû bajarê xwe ji DAIŞ'ê rizgar bikin em şer dikin. Ji bo em hemû bajarên xwe ji DAIŞ'ê rizgar bikin em bang li ciwanên ereb dikin ku beşdar şer bibin û li dijî DAİŞ’ê têbikoşin. Em bang li ciwanên ereb dikin ku tev li "refên QSD'ê bibin. Em soz didin gel ku bajarê Reqqayê ji DAIŞ'ê rizgar bikin.
'EM LI DIJÎ DAIŞÊ BIBIN YEK'
Endamê QSD’ê Ehmed Himo jî bang li hemû beşên Sûriyê kir ku li dijî DAIŞ'ê tev li eniya şer bibin û wiha got: "Ji bo em rê li pêş tevger û feraseta talanker, dagirker û wêranker bigirin me çek hilgirt. Dema em bibin yek tu hêz nikare me têk bibe. Ji bo me azadî nebe nabe. Heta ku em hêzên DAÎŞ'ê ji axa xwe paqij bikin em dê şer bikin.
‘ARMANC JIYANA HEVPAR E'
Şervanê bi navê Îbrahim Saleh jî anî ziman ku wekî zarokekî ereb li dijî DAIŞ'ê gelek bedel dane û armanca wan ewe ku jiyanek hevpar û azad ava bikin. Saleh, da zanîn ku heta daxwaza gel pêk bînin dê şer bikin û wiha got: "Heta em tevahiya Reqqayê ji DAIŞ'ê rizgar bikin em dê li dijî DAIŞ'ê û talankeran şer bikin. Ez bang li hemû gelê Sûriyê dikin ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê bibin yek û gelê Sûriyeyê tev bibin yek. Ji bo tevahiya gelê Suriyeyê bi hevre bijîn divê em di nava yekîtî û tifaqiyê de şer bikin û dawî li kuştin, komkujî, talankirin û wêrankirinan bînin. Em dê daxwaza gelê xwe ya azadiyê pêk bînin."
ŞERVANÊN 50-65 SALÎ BANG LI CIWANAN KIR: BEŞDARI ŞERÊ AZADIYÊ BIBIN
Şervanen QSD'ê yên emir mezin jî bang li ciwanan kir ku di nava şerê azadiyê de cihê xwe bigirin û li dijî zilma DAIŞ'ê şer bikin.
Şervanê QSD'ê yê 62 salî Mehmud Velî, diyar kir ku malbat û xizmên wî li Reqqeyê dijîn. Velî anî ziman ku Reqqa axa bav û kalê wî ye û ew ji bo axa xwe şer dike. Veli, anî ziman ku ew dixwazin êdî dawî li vê zilm û îşkenceyê bînin û wiha got: "Êz Kurdekî ji Reqqayê me. Heta em Reqqayê rizgar û azad bikin em dê şer bikin. Me çawa bajarên din ji destê DAIŞ'ê rizgar kir em dê Reqqayê jî ji destê DAIŞ'ê rizgar bikin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî dagirkerî, talankirin û wêrankirina Reqqayê ji bo azadiya xwe şer bikin.
Şervanê QSD'ê yê 50 salî Mislim Şêx Nuh jî anî ziman ku ji bo gelê kurd û ereb ji bin zilma DAIŞ'ê derxe şer dike û wiha got: "Ji bo em ji zilma DAIŞ'ê xelas bibin divê em bêtir şer bikin. Zilma DAIŞ'ê hemû gelê Suriyê dixe bin tesîra xwe. Ne tenê ciwanên kurd, divê hemû ciwanên kurd, ereb û tirkmen li dijî vê zilmê tev li şerê rizgarî û azadiyê bibin û di bin baneyê QSD'ê de bibin yek.