17 mehin îdîanameya wan qebûl nabe

WAN - 6 siyasetmedarê kurd ku 17 meh berê li Êlihe hatin girtin, tevî ku dozger 4 caran der barê wan de îdîaname amade kir jî heyeta dadgehê bi sedema "Nava wê vala ye" îdîanameyan qebûl nake. Siyasetmedarê kurd Şukru Aslan, bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku ev rastiya daraza tirk nîşan dide.

Li gundê Til Hesen ê Navçeya Kerçewsa Êlihê di 28'ê Adara 2016'an de keyayê gund jî di navde 6 siyasetmedarên kurd di operasyona serdegirtina malan de hatin binçavkirin û girtin. 6 siyasetmadên kurd ku hatin girtin 17 mehin hêj îdîanameya der barê wan de nehatiye amadekirin.

17 meh berê Endamê Meclîsa Gişti ya Bajarê Êlihê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şukru Aslan, Hevserokê HDP'e yê Navçeya Kerçewsê Edip Aslan, Rêveberên DBP'ê yên Kerçewsê Kadir Aslan, Huseyin Aslan, Ekrem Aslan, Şirin Çiftçi û Keyayê Til Hesenê Abdurrahman Aslan, bi îdîaya “Alîkarî daye rêxistinê" hatin girtin. Piştî hatin girtin 6 siyasetmedarên kurd şandin Girtîgeh a Tîpa T a Wanê. Pişti 6 siyasetmedarên kurd hatin girtin der barê dosya wan de biryara bêerkdariye da û şandin Kerçewsê. Piştre bi heman sedemê dosya Şandin Elihê. Pişti dosya şandin Êlihê dosger der barê wan de 4 caran îdîaname amade kir. Lê 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê bi hinceta "Nava dosyayê vala ye" îdîaname red kir.

XORTÛMA ŞOFBENÊ SÛC HAT DÎTIN
Siyasetmedarê kurd û Endamê Meclîsa Gişti ya Bajarê Êlihê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şukru Aslan, bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku ev rastiya daraza tirk nîşan dide.
Aslan, anî ziman ku heyeta dadgehê bi awayekî keyfî îdîanameyê red dike û ew bi ayayekî keyfî tên girtin. Aslan, anî ziman ku ew di çarçoveyên operasyonên siyasî yên li dijî siyasetmedarên kurd de hatin girtin û wiha got: "Dixwazin xebatên me yên partiyê asteng bikin. Ji ber vê yekê me digirin. Sedema sûc pir pêkenok û dûrî aqilan e. Xortuma Şofbenê ya ku xera bûbû û li malê bû wekî delîla sûc hesipandin. Tevî ku di rapora zanyaran a leşkeran de got "Ew ne pergala bombeyê ye" jî dîsa dozger boriya şofbenê wekî pergala bombeyê hesiband. Nêzî 2 salin em bi keyfî tên girtin. Heta niha tu îdîaname nehatiye amadekirin. Ev rewşa daraza Tirkiye Nişan dide. Dîsa helwesta darazê ya li dijî siyasetmedarên kurd nîşan dide.

Hevserokê HDPê yê Kerçewsê Edip Aslan jî diyar kir ku heyeta dadgehê bi hinceta "Nava dosyayê vala ye" îdîanameya ku dozger amade dike red dike û wiha got: "Di dosyayê de delîlên em bên girtin tune ye. Weki ku me ceza xwaribe em hatin girtin û girtina me li me kirin ceza. Hezar sal derbas bibin jî em serî natnewînin.

Selman Keleş – dihaber