Qeyûmê karta ku Wezîr daye nas nekir

AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar da ku hemû kartên rêwitiya otobusan a bê pere were betalkirin. Li ser vê biryara Qeyûmê kartên astengdaran ên ji Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatê dabûn jî hatin betalkirin.

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, gelek saziyên girêdayî şaredariyê hatin girtin. Gelek karker ji kar hatin avêtin. Gelek karker û mirovên ji xizmeta şaredariyê sûd digirtin mexdûr bûn. Qeyûmê bi biryarekê kartên rêwîtiya otobusan ên bê pere ku kesên astengdar ji Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatê girtine jî hatin belatkirin. Qeyûmê piştî kartên rêwîtiya otobusan betal kirin gelek welatiyên ku kart ji Wezaretê girtibûn êdî nikarin belaş bi otobusên şaredariyê rêwitiyê bikin.

Di 25'ê Tîrmehê de welatiyê 53 salî yê ji sedî 80 felç Vehbî Efe, dema li gel refaqetçiyê xwe Adar Efe ji Qada Deriyê Çiyê li otobusa şaredariyê ya CE3 ya Plakeya wê 21 BF 119 suyar bû, rastî neheqiya ajokarê otobusê hat. Ajokarê otobusê karta astengdariyê ya ku Wezirê Polîtîkayên Civakî û Malbatê daye Efe qebûl nekir û heq ji Efe xwest. Her çend Efe diyar kir ku ev nasname li der dera tirkiye derbasdar e û dikare bi vê kartê rêwîtiyê bike jî ajokar karta Efe qebûl nekir û pere jê xwest. Ajokarê otobusê neheqî li Efe kir û bi zorê ew ji maşinê daxist.

Welatiyê ji sedî 80 felç Vehbî Efe, diyar kir ku karta rêwîtiyê ya ku Wezarete daye wî qeyûmê qebûl nekir û wiha got: "Dema ez li otobusa şaredariyê suyar bûm û min karta Wezarete nişan da, kart qebûl nekir û pere xwest. 4 salin vê kartê di rêwîtiyê de bikar tînim. Lê heta niha di rêwîtiyê de tesê nekiriye pirsgirek. Piştî qeyûm tayînî şaredariye hat kirin û şûnde biryar derxistin û vê ev kart betal kirin. Ev kart li her dera Tirkiye derbasdar e.

Efe, anî ziman ku ev rewş bi rayedarên şaredariyê re parve kir, lê tu encam bi dest nexist. Efe, anî ziman ku qeyûmê hemû mafê wan ji deste wan digire û şaredarî dagir kiriye. Efe, destnîşan kir ku wî di 12.07.2013'an de bi hêjmara 6495'an ya zagonê kart ji Wezareta Politîkayên Civak û Malbatê girtiye û qeyûm bi awayekî keyfî qarta wan betal dike. Efe, da zanîn ku li gorî zagona hêjmar 64957an hemû welatiyên astengdar dikarin ji rêwîtiya bê pere sûdê bigirin."