EDENE - Serokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneye Prz. Tugay Bek, bertek nîşanî pêşniyara Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "cilên yek reng" da û wiha got: "Îktîdar bi van zextên li dijî girtiyan ên cilên yek reng û yek tîp lîstikên talûke dilîze. Ev jî cureyekî îşkenceyê ye û nayê qebûlkirin."
Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan beriya salvegera darbeya 15'ê Tîrmehê ji bo endamê Cemaeta Gulen pêşniyara "Cilên yek reng û tîp" kir û xwest li girtîgehan girtî cilên yek reng li xwe bikin. Piştî vê daxuyaniya Erdogan rayedarên girtîgehan jî zorê li girtiyan dikin ku cilên yek rengî li xwe bikin û zextê li ser girtiyên siyasî zêde bûne. Serokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneye Prz. Tugay Bek, bertek nîşanî pêşniyara Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "cilên yek reng" da û wiha got: "Îktîdar bi van zextên li dijî girtiyan ên cilên yek reng û yek tîp lîstikên talûke dilîze."
Bek, anî ziman ku piştî daxuyaniya Serokê AKP'ê Erdogan Wezareta Dadê ket nava amadekariyan û wiha got: "Êv pêkanîna cilên yek tîp ku li ser girtiyan ferz dike cureyekî îşkenceyê ye. Muameleya xerab e. Ev pêkanîn li Girtîgeha Guantanamo ya DYA xistibûn meriyetê. Ev jî cureyekî îşkenceyê ye. Hikumeta AKP'ê dixwaze pêkanînên li Guantanamo bîne Tirkiye û li Tirkiye jî têxe meriyetê. Cuntaya 12'ê Îlonê jî xwest vê pêkanînê têxe meriyetê. Lê girtiyên wê demê bi çalakiyan destûr neda vê pêkanînê. Wê demê berxwedana girtiyan ev yek pûç kir. AKP, pêkanîna cûntaya 12ê Îlonê ku wê demê nekarîbû têxe meriyetê, dixwaze niha têxe meriyetê. Ev lîstikek talûke ye. Dixwaze bi vê pêkanînê li girtîgehan nifrinê zêde bike û mirovan bê vîn û bê rûmet bike. Dê rageşiya li girtîgehan zêde bibe û lîstikên talûke zêde bibin. Dê bi vêpêkanîna tek tîp rageşiya li girtîgehan û nava civake dê zêdetir bibe.
DIXWAZE LÎSTIKAN PÊŞ BIXE
Bek, da zanin ku iktîdara AKP'ê dixwaze bi vê pêkanîna "Cilên Yek Tîp" li girtîgehan û di nava civakê de alozî û listikan pêş bixe û wiha bi dawî kir: "Mijara cilên yek tîp û darvekirinê bi hevre digirin dest. Ev pêkanîna îktîdarê rêbaza cezakirin, lînç û îşkenceyê ye. Dixwaze girtiyên li diji vê pekanînê bînin lîstikê û rê li pêşiya lînckirin û kuştina wan vekin. Sûcê girtiyan çi dibe bila bibe ev li dijî mafên mirovan e. Em wekî parazvanên mafên mirovan nikarin vê yekê qebûl bikin. Divê tu kes vê yekê qebûl nekin û bertekên xwe bînin ziman."