DENÎZLÎ – Serokê Şaxa Egîtîm Sen'e ya Denîzliyê Mehmet Dede, diyar kir ku hikûmet xwendekarên Sûriyeyî ku ji ber şer hatine Tirkiye wan di lîseyen Îmam Hatîpê de bi cih dikin.
Dede, anî ziman ku di encama polîtîkayên hikûmetê de xwendekarên Suriyeyî tên îstîsmarkirin.
Piştî şerê li nava Sûriyeyê nêzî 3 milyon û 500 hezar penaberên Sûriyeyî hatin Tirkiye. Ji van penaberan nêzî nêzî 1 milyon xwendekar in. Midurê Perwerdehiya Neteweyi ya denîzliyê rojên borî li Denîzliyê 868 xwendekarên Sûriyeyî yên li Denîzliyê dijîn, di lîseyên Îmam Hatîp de qeyda wan çêkir. Midûriyeta Perwerdehiyê “Komxebata Hîndekariya Olî Xwendekarên Sûriyeyî yên di bin parastinê de" pêk anî. Di komxebatê de 51 midûrên lîse û dibistanên navîn ên Îmam Hatibê û Midurê Giştî yê Hîndekariya Ol Ahmet Gunduz, Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê Denizliyê Mahmut Oguz, Midurê Şaxa Perwerdehiya Neteweyî yê Denizliyê Şaban Altınsuyu amade bûn. Di komxebatê de hat xwestin ku di serdema hîndekariya 2017-2018'an de xwendekaren Sûriyeyî ku hêjmara wan nêzî milyonekê ye wan li lîseyên Îmam Hatîbê bi cih bike.
ARASTEKIRINA ÎMAM HATÎBÊ NE ÇARESERÎ YE
Serokê Şaxa Egîtîm Sen'e ya Denîzliyê Mehmet Dede, bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî xwendekarên Sûriyeyî da û wiha got: "Hikûmet xwendekarên Sûriyeyî di lîseyen Îmam Hatîpê de bi cih dike. Ev ne asayî ye. Girînge ku xwendekar li vir jî perwerdehiya xwe berdewam bikin. Divê xwendekar li gorî daxwaza xwe tercîhên xwe yên dibistanan bikin. Divê paneberên Sûriyeyî bi civakê re bi cih bibin. Arastekirina xwendekarên Sûriyeyî ya lîseyên Îmam Hatiban ne çareserî ye. Ev pêkanîn ji perwerdehiya laîk, demokratik, zanistî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî dûr e. Divê xwendekar bi xwe tercîha xwe bikin. Bi arastekirina xwendekarên Sûriyeyî hewl didin ku civakek oldar a bi xwe ve gerêdayî ava bikin. Dîsa dixwazin civaka îtiatkar pêş bixin. "
Dede, destnîşan kir ku hikûmet li şûna pêdiviya xwendekar li ser daxwazên xwe yên siyasî xwendekaran di lîseyan de bi cih dike û dixwaze di pêşerojê de tevan bi xwe ve gire bide û ciwanan dike amûrên siyasî û wiha got: "Îktidar bi van polîtîkayan xwendekarên Sûriyeyî îstîsmar