Gardiyan bi hinceta 'Li Welêt şertên taybet hene' îşkence dikin

ÎZMÎR - Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê diyar kirin ku gardiyan bi hinceta "Li welêt şertên taybet heye" îşkenceyê li girtiyan dikin.

Girtiyên li girtîgehan her roj rastî zext û zordariyan tên. Li Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê jî girtî rastî lêdan û îşkenceya gardiyanan a keyfî tên. Girtiyan diyar kirin ku wan dernaxin hewşê, cezayên dîsîplînê didin wan û hemû mafê ragihandinê ji destê wan hatiye girtin. Girtiyan, anîn ziman ku gardiyanên bi komî dikevin kawişên wan posterên li dîwaran diçirînin û heqaretê li wan dikin. Girtiyan anîn ziman ku pirtûkan nadin wan û di bin zextên derûnî de dijîn. Girtiyê bi navê Mert Avci ku 8 meh berê li ser îfadeya şahidê nepen hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê 46 hefteyan hevdîtin li wî qedexe kiriye. Avci, bi riya xaltîka xwe Eda Ayna anî ziman ku tenê her ji 3 mehan carekê dikare derkeve hevdîtina vekirî. Xaltîka Mert Avci Eda Ayna ku çû girtîgehê û xwarziyê xwe ziyaret kir wiha got: "Mert ji kawîşa tîpa F şandin kawîşa tîpa T. Dema ji kawîşekê şandin kawîşa din ji aliyê gardiyanan ve rastî lêgerîna tazî hat. Dema girtiyê bi navê Alî Ulgu li dijî vê pêkanînê derket, dest û pişê wî kelepçe kirin û cilê wî bi zorê jê kirin. Piştre bi dijwarî li wî dan. Pirtûk, faks, name li wan qedexe kirine. Girtiyên van pêkanînan şermezar dikin rastî lêdanê tên. Girtiyên ku sedema vê yekê dipirsin jî bersîva "Li Welêt şertên taybet tên jiyîn. Di ruyê FETO de em van tiştan dijîn" girtin.


Eda Ayna, destnîşan kir ku wekî malbat ji rewşa xizmên xwe bi fikar in û wiha got: "Kî dibe bila bibe hemû mirovin. Em ji ber van pêkanînan ji jiyana girtiyan bi fikar in. Ger ku hestiyar zêde nebe, dibe ku li girtîgehan rewşê dijwartir pêş bikeve."