Saziyên sivîl ên Wanê: Em destekê didin nobeta HDP’ê

WAN – Saziyên civakî yên sivîl ên Wanê piştigriya xwe ya ji bo Nobeta Wijdan û Edaletê ya ya HDP’ê aşkere kirin. Nûnerên saziyan got ku nobet daxwaza hevkar a civakê ye û xwestin kesên daxwaza demokrasiyê dikin tev li çalakiyê bibin.

HDP dê çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê sibê li Wanê bide berdewam kirin. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên Wanê jî piştgiriya xwe ji bo nobetê aşkere kirin.

‘EM DESTEKÊ DIDIN’

Hevseroka Şaxa Genel-Îş’ê ya Wanê Emîn Bozkurt bal kişand ser bêhiqûqiyên li welat diqewimin û got: “Li dijî bêhiqûqî û neheqiyên tên meşandin kî dengê xwe derbixe em ê li cem wan bin û pitgiriyê bidin wan. Em çalakiya HDP’ê destek dikin. Em bêhiqûqiyê qebûl nakin. Divê ku herkes bi di vê nobetê de cih bigire.”

TÎMÛR: EDALET TUNE YE

Serokê Baroya Wanê Murat TîmÛr jî bal kişand ser çalakî û şahiyên demokratîk û wiha got: “Di demên dawî de di nîqaşan de derdikeve holê ku li nav darazê edalet tune ye. Berteka ku HDP di nav siyaseta demokratîk dide nîşandan hiqûqî û rewa ye.”

ÎHD: NOBETA EDALETÊ GIRÎNG E

Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Wanê Murat Melet jî destnîşan kir ku edalet daxwaza gelên Tirkiyê ya hevpare û nobeta wijdan û edaletê ya ji Stenbolê dirêjî Wanê dibe girînge. Melet da zanîn ku divê nobet ji aliyê ve bê destekkirin û got: “Paş de anîna edaletê ya HDP’ê ku vedibêje girînge. Lê bele têrê nake.” Melet anî ziman ku ew destekê didin nobeta HDP’ê û wiha got: “Ez bang li hemû saziyên sivîl dikim ku piştgiriyê bidin çalakiya HDP’ê. Ji bo edaletê kî çi bike bila bike em li gel wanin.”