MÊRDÎN - Leyla Eleftoz Baran a ku bi zarokê xwe Rojvanê 5 mehî re li Girtîgeha Mêrdînê tê girtin sibe derdikeve pêşberî dadgehê.
Doza Leyla Eleftoz Baran a ku dema ji bo sersaxiyê ji navçeya Qoser ya Mêrdînê diçû Amedê hat binçavkirin û 11 îlonê bi hinceta "Endama rêxistinê" hat girtin, tevî zaroka xwe Rojvanê 5 mehî ev 3 meh e li girtîgehê de dimîne. Rojvan ê ku bi şirê dayikê tê xwedîkirin ev 3 meh in di bin şert û mercên zor tevî dayika xwe di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye. Malbata Baran anî ziman ku ew çûne girtîgehê bi Baran re axivîne rewşa Rojvan nebaşbûye.
Xaltiya Rojvan, Seyran diyar kir ku her ku diçe rewşa tendûristiya Rojvan nebaştir dibe û wiha got: "Xwîşka min dema ku diçû Amedê bi awayek bê hiqûqî hat binçavkirin û girtin. Parêzer ji me ro got ji bo ku Leyla bê girtin tu delîl tûneye lê hat girtin. Niha Rojvan û dayika wî di rewşek xetere de dimînin"
BILA ROJVAN Û DAYÎKAN XWE BÊN BERDAN!
Eleftoz banga tevlîbûna rûniştina ku sibe li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê saet di 09.00'an de bê dîtin kir û got: "Cihê zarokek 5 mehî ne girtîgeh e. cîhê wî derveye. Divê zarok li cem dayika xwe be. Ez dubare dikim bila Rojvan û dayîka wî bi lez û bez bên berdan."