Polîsên îşkence kir 45 meh şûnde hat darizandin

AMED - Li navçeya Bismilê, di Avrela 2013’an li qereqolê polîsan îşkence li Mesût Eşen kiribûn. Piştî vê yekê malbatê gilî kiribû. Piştî giliyê malbatê 45 meh şûnde lêpirsîn û doz hat vekirin. Polîsên îşkencekar dê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê darizandin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê welatî Mesut Eşen di 3'ê Avrela 2013’an de dema li ber dibistanê dîmenên êrîşê polîsan kijand kamerayê û hat binçavkirin. Li ber avahiya dibistanê hat kelepçekirin û rastî lêdana polîsan hat. Eşen ji wesatiya polîsan heya qereqolê rastê îşkenceya polîsan hatibû.

ŞÛNA SOLÊN POLÎSAN ENIYÊ WÎ DERKET

Eşen li qereqolê xistin odeya ku bê kamera û ji aliyê 5 polîsan ve bi daran û copan rastê îşkenceyê hatibû. Eşen li ser îşkenceyên giran ji ser hişê xwe diçe. Eşen dema tê ser hişên xwe dibîne ku polîs bi solên xwe li ser seriyê ye. Şuna îşkenceyan li ser laşê Eşen xûya dike û cihê solan jî seriyê wî diyar dibe. Eşen bi mehan Nexweşxaneya Tipê ya Dîcle yê tê dermankirin.

LÊPIRSÎN BI SALAN LI DADGEHAN GERIYA

Îşkenceya di 2013’an de pêk hat ket rojeva Meclîsê û Walitiya Amedê jî derbarê polîsan de lêpirsîna edlî û îdarî dabû destpêkirin. Piştre Serdozderiya Komarê ya Bismilê derbarê polîsan de doz vekir. Lê serdozgerî bi hinceta ku kiryarê polîsan ne îşkenceye bêpeywirî dide lêpirsînê û sevqê Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dike. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi heman biryarê dide û dozê sevqê Dadgeha Bilind dike. Dadgeha Bilind jî Dadgeha Cezayên Giran a Amedê peywirdar dît û ji ber destpê kirina darizandinê lêpirsînê ji nû ve sevqê Amedê dike.

45 MEH ŞÛNDE DOZ HAT VEKIRIN

Lêpirsîna dû caran biryara bêpeywirî hatî dayîn piştî 45 mehan Dadgeha Cezayên Giran a Amedê destpê darizandinê dike. Doza yekem îfadeya polîsek tê girtin. Dozên pêşerojê bê ditîn dê îfadeya polîsên din ku îşkence li Mesut Eşen kirine bê girtin. Lêpirsîna ku 3 sal û nave nehatiye vekirin, bi raporên Saziyê Tipa Edlî li ber dadê ye.